Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rewşa abûriya xelkê Urmiyê nebaş e û lawan li gel astengiyên nebûna kar rûderûbûn e

12:27 - 11 Çirriya paşîn 2013

Kurdistanmedia: Rewşa abûriya hemwelatiyên Urmiyê nebaş hat ragihandin û nebûna kar di nav ciwanan de pitir dibe û piraniya ciwanan bo peydakirina kar rû dikine welatên din weke Herêma Kurdistanê.
Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, rewşa abûrî û civakiya hemwelatiyên bajarê Urmiyê roj bi roj xiraptir dibe û bêkariyeke berbilav di nav lawên vî bajarî de berçav dikeve û ciwan naçarin bi armanca peydakirina kar û rizgarbûna wan ji pirsgirikên nebûna kar diçine welatên cîran û bi taybet Herêma Kurdistanê.
Nebaşiya rewşa abûrî heta astekê li ser jiyana xelkê bandora xwe hebûye ku xelk tewana dabînkirina hevceyên jiyanê weke diravê “karaba û av û telefîziyon û gaz”ê nine.
Nebûna kar yek ji arîşeyên abûriyê ne ku astengiyên civakî jî çêbûye û kesên bêkar bi naçarî rû ji madeyên hişber dikin û di encam de cudayî û telaq li gel malbatê tête gorê û piştire jî diyardeya leşfiroşiyê çêdibe.