Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rewşa aloz ya aboriya welat karmendên bankan jî hînî destpîşiyê dike

12:38 - 31 Gulan 2019

Kurdistanmedia: Bi sebeba alozbûna rewşa aboriya welat, karmendên bankên rejîmê jî, hînî destpîsiyê bûne.

li gorî rapora nûçegihaniya “Tesnîm” a girêdayî rejîmê, karmenda jin a bankê, li bajarê Tenkabin a girêdayî parêzgeha Mazenderanê, bi alîkariya hin kesên din bi qasî 40 milyard Tûmenî pere li hesabên bankî ên xelkê rakirine.

herwisa li bajarê Urmiyê de jî, bi sedema destengî û hejariyê, welatî bo dabîn kirina nanê rojê, bi neçarî dest didin bi diziyê û her di vê pêwedniyê de li roja derbazbûy, di wî bajarî de, tekerên tiromibîlekê derxistine û birine û ev tiromibîl bê tekere hêlane.

Piştî baykutên aborî yên Amerîkayê yên li djî rejîma Îranê, rewşa aboriya rejîmê, roj bi ron aloz bûye û xelk bo dabînkirina hewcehiyên destpêkî yên jiyanê rastî tenganhiyan kirine û heya karmendên dewletê jî bi sedema pare mana heqdest û bilindbûna nirxan, ji bo dabînkirina hewcehiyên jiyanê neçar dibin destpîsiyê bikin.

Rejîma Îslamî a Îranê hemû serwet û samana welat xercê girûpên terorîstî li derveyî welat dike  û ewlehiya herêmê jî têk daye û bo mînka di heyama hefteya derbazbûyî de, ji rêya çekdarên Husiyên Yemenê ve, êrîşî li ser çar gamiyên neftê li peravên El- Fecîre a Îmaratê kir û eva di demekê deye ku welatiyan heya şiyana dabînkirina hewcehiyên destpêkî yên jiyanê jî tunîn û neçarin dest bi kiriyarên ku dûr ji exlaqê mirovahiyê ne bidin.