Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rewşa aloz ya Rojhilata Navîn

21:39 - 23 Gulan 2013

Orhan Monezemî

Herwek em dizanin çendîn sal in ku Rojhilata Navîn bûye binkeya girûpên terorîst ên mîna Elqaîde û hêza Quds a Îranê û gellek girûpên tundew. Gelo sedema wan arîşeyên ku di wê deverê de çê dibin, çi ne? Gelo kî berpirsyar e? Ew xelkê sivîl ku yê welatên Rojhilata Navîn, çima dikevine ber êrîşên terorîstî? Ma gelo fermana qirkirina mirovan dane destên wan terorîstan? Her roj em di TV û çapemeniyan de dibînin û dixwînin ku di çend welatên li Rojhilata Navîn wekî Efxanistan û Îraq û Pakistan û Sûriyê de, xelkên sivîl dikevine ber êrîşên terorîstan. Herwek em dibînin li Rojavayê Kurdistanê jî her roj dehan kes canê xwe ji dest didin û xelkê sivîl dibin armanca wan kar û kiryarên terorîstî, ku beşek berçav ji wan kiryarên terorîstî destê Îranê têde heye.

Ma heta kengî ew komkujî wê bên encamdan? ka ew welatên ku bas ji demokrasiyê dikin, ma heta kesek yan welatek berjewendiya xwe têde nebe, nabe alîkariya xelkê sivîl bikin. Heta niha çend caran hatiye ragihandin û bi vîdyo û belgeyan nîşan dane, û hatiye eşkerekirin ku çekên kîmyayî li Sûriyê hatine bikaranîn, lê deshilata her welatekê daxuyaniyekê dide û dibêjin heta Beşar Esed hêla sor derbas neke, em çi biryarekê derbarê wê çendê nikarin bidin. Di hemberî wê de jî siyaseta Îranê ew e ku ew welat xaleka stratêjîk e ji bo vê çendê ku bikare gefên Îsraîlê bersiv bide, û her roj destêwerdanê dike di nava axa Sûriyê de, û rewşê ji welatiyên Sûrî bi taybetî Kurdan re xirabtir dike, û bi şandina sipahiyên Quds yan besîcan destêwerdanê li axa Sûriyê bi xasmanî di nav herêmên ku kurd têde dijîn, dike.

Her wekî em dibînin pêvajoya aşîtiyê jî li Kurdistana Bakûr her roj gavên berfireh diavêje û ew pêvajo dikare Kurdên Kurdistana Rojhilaat jî hişyartir bike.

Ger Kurd di wê pêvajoyê de serkevtî bin, û neyên xapandin, wê rola Kurd di Rojhilata Navîn de wê zêdetir berçav be. Di çendîn sedsalên borî de jî, Kurd her hatiye xapandin û desthilat yan em bêjin axa Kurdan perçe perçe bûye. Ji ber vê yekê ye ku Îran naxwaze Kurdistan ava bibe, û her roj destêwerdana welatên cîran dike daku rewşê ji wan welatên ku Kurd tê de dijîn, aloztir bike. Ji aliyê din ve, di wan rojan de em dibînin ku balafirên Îsraîlê navendeke lêkolîna Artêşa rêjîma Sûriyê bombebaran kir û di encama wê de jî, peyvdarê wezareta derve ya rêjîma Îranê, wate Mêhmanperest ew yek bi tundî şermezar kir û daxwz ji welatên derdorê kir ku piştevaniya Îranê bikin da ku ew êrîşa Îsraîlê şermezar bikin. Ew êrîşa balafirên Îsraîlê ji ber vê yekê ye ku di wan navendên lêkolînên artêşê de mûşekên ”fatih” ên Îranê têde hebûn, ku bi awayekî rêjîma Sûriyê dixwest wan bide destê Hizbulahê, ku ew yek jî bo Îsraîlê metirsîdar bû ku ew çekên giran bikevine destên komeke weha terorîstî de. Vê yekê jî çendîn dijkiryar li pey xwe re anîn.

Ji ber kirîza Sûriyê ku 2 salan pitir e, zêdetir ji 70 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane, gelek xelkê wî welatî mal û halê xwe bi cî hêlane û awareyî welatên derdor wekî Ordon, Îraq, û Turkiyê bûne, û rewşa jiyana wan pir xirab e. Em dikarin di dawiyê de weha bêjin ku heya destê girûpên curbicur ên ser bi welatên curbicur di nav vê kirîza Sûriyê de hebe, Sûriye ewlehiyê bi xwe ve nabîne. Lewra li vê rewşa pirr aloz de hewcehiya Kurdan di vê para Kurdistanê de ji her demekê zêdetir bi yekîtî û hevgirtinek rastîn heye, da ku vê derfeta dîrokî ji dest xwe dernexin, û bi hevre di vê derfeta dîrokî de kiyanekê û statûyekê ava bikin.