Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rewşa bajarê Kirmaşanê ji aliyê rejîmê ve bi tewawî hatiye milîtarîzekirin

13:48 - 4 Tebax 2021

Rejîma Îranê bi danana hêzeke zafe tepeserkar di nava bajarê Kirmaşanê, bi temamî hatinûçuna xelkê xistine bin zêrevaniyê û rewşekî ewlehî pêkanîne.

Şewa 3ê Tîrmeha 2021an hêzekî tepeserkare rejîmê hemî rêkên hatinûçuna xelkê bo taxa “Meydana Neft” qutkirin û pêşya xelkê digirtin û îzna hatinûçuna bo Meydana Neft û Meydana Azadiya nava bajarê Kirmaşanê nedidane xelkê.

Di demekê de ku xelkê wan taxane nedizanîn çi qewimiye û sedemê pêşî girtin ji hatinûçuna xelkê ji aliyê hêzên rejîmê ve çiye, ew yeka jî bibû cihê nîgeraniya xelkê Kirmaşanê.

Hevdem di piraniya bajarê Kirmaşanê û bitaybetî taxa Meydana Neftê hêla Înternêtê jî qut kiribûn .

Rejîma dijîgeliye Îranê ji tirsê serhildan û nerizayetiya xelkê Îranê û bitaybetî gelê şorişgêre Kurd li Rojhilatê Kurdistan, pir ditirse û hêzên xwe di nava bajarande danane û bajar kirine Padigan.