Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rewşa çand bajarên Rojhilatê Kurdistanê bi sedema vîrûsa Koronayê awarte hatiye ragihandin

12:38 - 25 Gulan 2020

Serokê Zanîngeha Pizîşkî a parêzgeha Urmiyê, Cewad Aqazadê, bi weşana postekê di nav torên civakî de, rewşa 4 bajarên parêzgeha Urmiyê yên wekî, Urmiye, Xoy, Serdeşt û Mihabadê, awarte daye zanîn.

Navbirî daye zanîn ku li bajarê Mihabadê di 24 demjimêrên derbasbûyî de 37 kes tûşê vîrûsa Koronayê bûne û li destpêka hatina vîrûsa Korona li bajarê Mihabadê heya niha zêdetir ji 504 kes tûşê Koronayê bûne û 13 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Pêka amarên ku Navendên Tendirustî yên rejîmê belav kirine, heya niha bi giştî 4648 kes di parêzgeha Urmiyê de tûşê Koronayê bûne û 209 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Li parêzgeha Kirmaşanê jî her roj amarên nû yên tûşbûyên Koronayê têne belavkirin.

Di parêzgeha Kirmaşanê de heya niha 3655 kes tûşê Koronayê bûne û 105 kes jî bûne qurbanî.

Lê ew amarane ku têne belavkirin ji aliyê Navendên Tendirustî yên rejîma Îranê ve têne belavkirin û dûr ji rastiyê ne û amara serast çend hemberê wan amarane ye.

Di Îranê de bi gîştî nêzî 136 hezar kes tûşê vîrûsa Koronayê bûne û zêdetir ji 7500 kes jî bûne qurbaniya vîrûsa Korona û neşiyana berpirsên rejîma Îranê.