Kurdistanmedia: Çalakvananên medenî li bajarê Merîwanê, di rewşa dijwar de jî, piştevaniya xelkê zirar berketiyan didin.
Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, çalakvananên medenî li bajarê Merîwanê, tu astengiyekê nekarî pêşî ji alîkarîgihandina wan bo zirar berketiyan bigire û bi pişitan alîkarî bo zirar berketiyên bajarê Luristanê digihînin ku, dest pêra gihîştina van bi hewcehiyan gellek zehmete.
Piştî rabûna lehî li Îran û Kurdistanê nemaze li bajarê Luristanê ku, zirar û ziyaneke berçav lê ket, çalakvananên medenî li bajarên Kurdistanê bi avakirina kempêynek li jêr navê “Zagiros çavnihêrê me ye” bo komkirina alîkariyan bi hawara xelkê zirarberketî de çûn.
Her di vê derheqê de jî, çalakvananên medenî yên Navenda Zagirosê li bajarê Sine û herwisa birêveberên kempêyna “Zagiros çavnihêrê me ye” li bajarê Seqizê, bi merema piştevanîkirin ji wê kempêynê, bi hawara xelkê zirarberketî yên xelkê bajarê Luristanê çûn, û alîkarî bo xelkê zirar berketî şandin.