Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rewşa ewlehiya bajarê Seqizê tundtir bûye

13:32 - 7 Çirriya paşîn 2013

Kurdistanmedia: Rejîma Îslamî ya Îranê bi zafkirina hejmara hêzên xwe li bajarê Seqizê, rewşa ewlehiya vî bajarî tundtir kiriye.
Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, paş dardekirina Şêrko Muarifî girtiyê siyasî yê Kurd xelkê bajarê Bane li zîndana bajarê Seqizê, hêzên rejîma Îslamî ya Îranê rêjeya geşta xwe di nav bajarê Seqizê de zaftir kirine û bi tewayî hatiye ewlehîkirin.
Mîlîtarîzekirina bajarê Seqizê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve bi zêdekirina hejmara hêzên leşkerî û yêgan wîje (Taybet), paş bidarvekirina girtiyên siyasî ên Kurd li girtîgeha nawendiya vî bajarî û birêveçûna xwenîşandana li bajarê Merîwanê, tundtir bûye.
Di vê pêwendiyê de û di raporekê de ku bi malpera Kurdistanmedia gehiştiye, li roja Sêşemî ve hêzên kincên şexsî, leşkerî û yêgan taybet bi awayeke domkirî di bajarên Sine û Merîwan de digerin û geryan dikin û rewşa ewlehî bi ser wan bajarane de zal kiriye.