Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rewşa jiyan û xizmetguzariya xelkê bi tewawî hatiye piştguhxistin

12:48 - 8 Adar 2020

Bi hegera zêdetirbûna rojreşiya xelkê Îranê, li ber bêkifayetiya desthilata paremayî a melayan, hemû wareke jiyana xelkê hatiye jibîrkirin, û bi taybetî belavbûna vîrûsa Koronayê hêcet bo rejîmê xweş kiriye ku bi çi awayekê hawara xelkê de neçe û hemû arîşe û pirsgirêkên ser rêya jiyana rojane ya xelkê hatine jibîrkirin.

Piştî barîna befreke giran di heyamê derbasbûyî de, niha jî hatûçû di rêyên pareke berçav ji deverên Kurdistanê de dijwar e.

Li herêma Enzel a girêdayê bajarê Urmiyê, rewşa Rêya hatûçûya gundên Mêşik û Pîrgul û çendîn gundên dinê a wê herêmê, ku jiyana xelkê dijwar kiriye û heya niha çi organeke pêwendîdar ên rejîmê di hawara wan de neçûye.

Li rêya serekî ya Memekanê, ku rêya pêkvegirêdana herêmên Soma û Biradost û Selmas û Urmiyê ye, hinde çal û kendal kevtine wê rêkê ku hindê xelkê deverê berdewam daxwaza çêkirinê dikin, kes nîne bersiva daxwaza wan bide, lewma xelk her bi xwe bi destê betal û bê îmkanat, kevtine çêkirina rêyan.

Li gundê Qirnêse, ku heyameke zaf e boriya ava vexwarinê teqiyaye û gelek bi zehmet û pê xirekan û ser pişta guhdirêjan yan bi tankêran ava hewceye xwe dabîn dikin.

Ava gundên Qereqaç, Avdîlan, Qirnêse, Xeliyan, Îşkeso û çend gundên dinê qut bûye û jiyana xelkê deverê dijwar kiriye û hindê daxwaz dikin kes nîne bo wan çêbiket.

Rewşa avero û kolanên bajarê Selmasê jî, heyamê 20 rojan zêdetire ku şaredariya wî bajarî, Selmasê hêlaye bi ser xwe ve û kirs û paşmayên gemar nayête komkirin û rewşa jîngeha bajar gelek pîs bûye, avero tijî bûne ji kirs û paşmayên gemar û xelk nîgeranin renge tijîbûna bajar bi kirsên pîs, zêdetir lezgîniyê bidine belavbûna nesaxiyan û bi taybetî Vîrûsa Koronayê.