
Piştî derbasbûna çendîn rojan ji erdheja malwêranker di devera Kutol û hindek ji deverên bajarên Selams û Xoyê de, rewşa jiyana xelkê wan deveran hêj dijwar e.
Sir û seqem û tinebûna cih û serpenahên hewce bo parastina canê xelkê, pirsgirêkeke herî dijwar ya malbatên xisarberketî yên erdhejê ye, û tevî hewcehiya wan bi serpenahekî bo xwe, hewcehî bi serpenahek bo parastina pez û ajelên din hene ku tenê dahata jiyana wan ji rêya xwedîkirina wan ajelan ve ye û ti dahateke din tinînin.
Xelkê Rojhilatê Kurdistan herç qas ku bi xwe di rewşeke dijwar de dijîn, lê hemû hewlên xwe didin ku alîkariya birayên xwe yên zirarberketî yên erdheja devera Kutolê bikin û her roj alîkariyên xwe bo wan dişînin.
Gundê “Aliyan” a girêdayê bajarê Şino, gundê “Sosnava” a girêdayê bajarê Selmas, mizgevta “Çar Yarê Nebî Ekrem” li Taze Şehr a girêdayê bajarê Selmasê, Mammostayên xwendingehên bajarê Selmasê bi qasî 27 milyon tumenan bi silogana “bijî mirovahî û bijî biratî”, gundên “Hingirwan, Sêro, Hûvesin û Mîngol” yên girêdayê devera Somaûbiradost, alîkariyên xwe bi destê xelkê xisarberketî yên devera Kutolê gihandin.
Rejîma Îranê alîkariyên hewce dabîn nekiriye û xelkê dilsoj û welatparêz ên Rojhilatê Kurdistanê ji birayên xwe yên xisra dîtî xwedî derketin û bi hebûna hemû asteng û pirsgirêkan, hewlên xwe bo dabînkirina hewcehiyên wan xisarberketiyan didin.
Gundê “Qizil Kend” ku yekek ji xisardîtiyên wan erdhejane ye, hêj rêka hatûçûya wî gundî nehatiye vekirin û xelk li şev û roj di derve de dimînin û sir seqem û tinebûna hewcehiyan gefê li jiyana wan dixwe û bajarê Selamsê jî çendîn roj e ku, pirsgirêka qutbûna avê heye û heya niha karên hewce bo dabînkirna ava wî bajarî, ji aliyê rejîmê ve nehatiye kirin.