Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rewşa rê û kolanên Merîwanê nebaşe

18:37 - 22 Çirriya pêşîn 2013

Kurdistanmedia: Rewşa piraniya kolan û rêyên bajarê Merîwanê nebaşe û rêveberên pêwendîdar ên rejîma Îranê di vî bajarî de derheq avedankirin û nojenkirina şeqam û kolalan xemsar in.
Li gor rapora malpera Kurdistanmedia, di wan çend salên derbas bûyî de piraniya kolan û cadên Merîwanê têkçûne û li rewşeke nebaş dan û hevceyî bi nojenkirinê ne.
Kolan û fezaya keska taxan “Darseyran” li bajarê Merîwanê li rewşekî nebaşdan û heta niha tû car pêdeçûnek ji aliyê belediya vî bajarî jêre nehatiye encam dan.

6786.jpg


Li gor nûçeya gihştî li bajarê Merîwanê ve, piştî çendîn sal dûrdeçûn, belediya vî bajarî hejmarek kolan û şeqamên xirap qîrkirin, lê paş dawî hatina wê qîrkirinê ku bi awayeke nasitandard hatibûkirin, gimtikên aşqal ku bo pêşgîrî ji tirafîka tirombêlan rijandibûn, her wusa mabû û dîmenekî naşîrîn bi sîmaya bajarê Merîwanê dabûn.

6787.jpg


Hemwelatiyekî bajarê Merîwanê li pêwendî li gel çalakiyên avedankirin û ximetguzariya Merîwanê bi malpera “Kurdistanmedia” ragihand: Em rojane bo karubarê pêwendîdar bi avedankirinê, serdana wan îdarane dikin, lê tû fermanberek bo pêregehîştin bi karên me hebûna vê nine û seba karubarên xwe yên takekesî ew îdareye bi cî hêlane.