Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rewşa şoreşa kurd li rojawayê kurdistanê

13:03 - 16 Adar 2013

Kurdên suriyê dirêjahiya dîroka xwe bi tepeserî, serkût û înkakirinê derbaz kiriye. beşek zaf ji Kurdên Sûriyê weke hevwelatî nehatine naskirin û wek mêhvan çav liwan hatiye kirin. Bi vî awayî mêhvan xwediyê ax û xwediyê malê nîne, mêhvan nikare mal û halê xwe hebe û kar û kasibî hebe û ji bo avedankirina ew xaka ku Kurd têde dijîn hewlê bide û berxwedanê bike.

Lê wek tê zanîn Kurd neteweyek resen û xwedî cih, ax û welatê xwe ye û ne mêhvan e, belkû ên ku hikmê bi ser Kurdan de dikin mêhvan, zalim û dagîrker in. Weke helbestvan dibêje, Kurd bûye bîhanî û bîhanî jî bûye xwedî mal!

Pêş destpêkirina serhildana xelkê Sûriyê, xebatkar û şoreşvanên Kurd bo demekê jî dest ji xebatê hilnegirtine û hertim li berxwdaniyê de bûne û herweha, gellek part û rêkxistinên siyasî hebûne ku hertim bona bidestveanîna azadî û nasnameya Kurdan xebat kirine û tucaran ji berxwedaniyê mandî nebûne û nesekinî ne.
Tevî hemû tekoşîn û rewabûna xebata gelê Kurd di Sûriyê de, mixabin hêj opozisyona Ereb ku li dijî dezgeha hakim li Sûriyê de şer dikin, berhev nebûye ku, Kurd wek neteweyek cuda ji neteweya Ereb nas bike û ji maf û azadiyên xwe mifahê wergire. hetaamade nine ku hebûna Kurd di Sûriyê de bi awayekê fermî qebûl bikin û mafê şarûmendiyê (hemwelatî) bûnê bidin wan. Eva şovenîzma Ereb e ku di sedsala 21’an de jî dixwaze her weke sedsalên berê riftarê tevî Kurdan bike. Wan xwe di çarçoveya teng û şovênî de ragirtine û daxwaza azadî û rizgarî ji dîktatoriya malbata Esed dikin, lê dema ku digîje ser azadî û mafên mirov û mafên netewî ên Kurdan, mîna dîktatorên berî xwe difikirin û tam dixwazin Kurdan tepeser û înkar bikin. Kurd dibe bi wan re bikeve diyalogê da ku careke din Sûriyeyekî nû ava bikin ku, hemû neteweyên akincî di Sûriyê de bi mafên xwe ên netewî û nasnameya xwe bigehin.
Mibxabin hêza Kurd serbarê vê ku mafên xwe dinase û xwe cûda ji neteweya Ereb dizane û, her tim bona bidestveanîna demokrasî û azadî û mafê mirov xebat kiriye, her wek mafê hemvelatîbûn û biratiyê bo Ereban bi rewa dizane, ew jî bo Kurdan bi rewa bizan in.
Di vir de yêkdengnebûn û bilavbûna Kurdan û herweha nebûna eniyek hevbeş ku hemû bîr û hizrên cûda ên xwe têde bibînin, hêj nediyar e. Serbarê vê yekê ku li Hewlêrê û li jêr çavdêriya Serokayetiya Herêma Kurdistanê, Encûmena Nîştimanî û Desteya Bilind a Kurdî hat avakirin lê. mixabin kursiya Kurd di nav opozisyona Sûriyê de vala ye û herweha xûya ye ku destê dewletên dagîrker ên perçên din ên Kurdistanê jî têde heye û naxwazin ku Kurd hevgirtî bin, da ku di avakirina sûriyeya nû de, Kurd bi mafê xwe yê netewî şad bin.

Part û rêkxistinên Kurd di Sûriyê de xwedî yek deng nine, aliyek daxwaza mafê hemwelatîbûnê dike, aliyek otonomiyê dixwaze, hindek jî daxwaza fidralî û hindek jî xweseriya demokratîk dixwazin. Bi vî rengî û bi vê çend dengiyê, dîsan jî tirsa vê yekê heye ku mafên Kurdan cardin ji bîr biçe û Kurd zirarê bike. Cardin Kurd destbetal bimîne û tepeserî û derbederî, bê welat, û malwêranî bibe mafê kurdan. Rêber û serkirdên part û rêkxistinên Kurdan, xwedî erkên dîrokî ne. Çûnkî rewşa ku niha di Sûriyê de hatiye pêş, ji bo Kurdan rewşek xasmanî ye. Goman tê kirin ku cardin ji bo Kurdan dûcarî nebe, lewra hekî Kurd yek helwêst nebin, di pêşerojê de dîrok ji wan rêber û serkirde û partî û rêkxistinên Kurdan xweş nabe. Daxwaza me tev kurdan li her çar perçên kurdistanê û hemû kurdekê li her cihekê de ew e ku, yekgirtî û yekdeng bin û mafên Kurdan wergirin. Bibin xweşteviyê netewa xwe, da ku di pêşerojê de nifşa dahatî ya Kurdan pesna we bikin û wê wek rêberên rizgarîderê Kurdan nas bikin. Bi hêviya wê rojê ku gel bi gulên kesk û sor ên serbestiyê pêşwaziyê ji we bike û, we li hembêza xwe ya germ de xwedî bike.
Rostem Cehangîrî