Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêxistina berewanî ji mafê mirov a Kurdistanê: Sivikatîkirin bi civaka Yarsan cihê xem û şermzariyê ye

20:57 - 10 Hezîran 2013

Kurdistanmedia: Rêxistina “berewanî ji mafê mirov a kurdistanê” di daxûyaniyekê de tevî nîşandana xem û kovanên xwe derheq xwe şevitandina du çalakên Yarisanî, sivikatîkirin bi meseb û olan di Îranê de mehkûm kir

Nuxseyek ji vê daxuyaniyê bi malpera Kurdistanmedia gehiştiye.

Eva deqê daxûyaniyê ye:
“Ehlê Heq” (Yarisan) navê xwecihî û Îranîyê peyrewên olê “Ehlê Heq” an ku “Eliyollahî” ne. Peyrewên Yariyê ku ji aliyê Farsan we pitir bi Eliyollahî tê nasîn, piraniya wan li derdora Parêzgeha kirmaşanê dijîn.
Olê Yarisanê têkiliyek e ji olên Zerdeşt, Bûdayî û îslamê û li ser vê baweriyê ne ku piştî mirinê mirov cardin sax dibe.
Yarisan kêmaniyeke mesebî ku pêk tên ji xelkek zehmet kêş ku olê wan ji Kurdan cuda ye û bi sedema baweriyên wan ên mesebî, bi awayek berdewam ji aliyê deselatdaran we ketine bin zext û gîwaşan de.
Di vê daviyê de di yek ji girtîgehên Komara îslamî de, bi mirar li qelemdana civaka Yarisanan, sivikatiyek berçav bi vê olê hat kirin û demûdest digel dijkiryara civaka yarisanê berbirû bû û çend kesan bi nîşaneya nerazîbûna xwe şewat berdan canê xwe.
Hesen rezewî û Nîkbext Tahêrî, du çalakên Yarisanî bûn ku li ber deriyê Fermandariya Bajarê Hemedanê şewat berdan canê xwe, bi awayekî ku leşê Hesen rezewî bi tundî şewitî û Nîkmerd jî ku xwediyê du zarokane canê xwe jidest da.
Rêxistina berewanî ji mafê mirov a kurdistanê, digel nîşandana hevxemiya xwe digel Yarisanan, sivikatî û bêrêzî kirin bi olên cur bi cur di civaka îranê de, bi kiryarek şermezariyê dizane û daxwazê ji karbiodestên Komara Îslamî dike ku rêzê ji kêmaniyên mesebî bigirin.


Rêxistina berewanî ji mafê mirov a kurdistanê
18 . 3 . 1392