Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêya Urşelîmê

17:23 - 7 Tîrmeh (Temûz) 2020

Kerîm Perwîzî

Wek tê gotin ku navka rejîma “Wîlayeta Feqîh” digel dijayetiya hikûmet û netewa Îsraîlê hatiye birîn. Dema ku Xomêynî di Tehran de desthilat kete destê wî de, û hemû hevkarên xwe vêde birin, bo wê ku ji çepên tundajo paş nekeve, dest avête gefxwarina li dijî Îsraîlê, û heta roja Înê ya dawiya Remezanê, bi navê roja “Quds” diyarî kir, da ku tev Misilmanên cîhanê li dijî Îsraîlê han bide.

Deshelata Xomêynî di hindek tiştan de, bi awayekî tewaw îdolojiya Marksîst-Lênînîstî û hêla Tûde di Îranê de peyrewî dikir û siyasetên xwe bi awayekî dadirêşt ku li piropagendên hêla Tûde paş nekeve. Bo mînak bo vê ku îsbat bike ku zêdetir ji Komonîstan li dijî Amerîkayê ye, êrîş kire ser balyozxaneya Amerîkayê di Tehranê de û karmendên wê bi barimte girtin. Cihekî din ku Xumeynî û hevdestên wî dixwastin ji Tûde û Tûdeyan paş nekevin, dijayetîkirin digel Îsraîlê bû, û wan ew dijayetiya kevneşopiya hindek ji mezhebiyên xwe, li dijî Cihûyan, tevlî îdolojiya siyasî a xwe kiribûn, û eva çar dehik in, ku hawar dikin wê Îsraîlê biherifînin û ji nav bibin.

Di serdema şerê malwêranker a Îran û Îraqê li dehka 60`î a Rojî de, heta Xomêynî bi vî awayî ciwanên peyrewên rejîma xwe han dida, ku hekî dixwazin Qudsê Rizgar bikin, dibe li destpêkê rejîma Sedam biherifînin, û silogana naskirî a wan eva bû ku “Rêya Qudsê ji nav Kerbelayê re derbas dibe”. Mebesta wan eva bû ku dibe di pêş de, Îraqê dagîr bikin û Kerbelayê bigrin û di vir jî ber bi rizgariya Qudsê ve herin. Yanî armanca wan a sereke gihîştin bi Qudsê û jinavbirina Îsraîlê bû, û şer digel Sedam û dagîrkirina Kerbelayê tenê destpêka kar bû!

Silogana rêya rizgariya Qudsê, beşeke bingehîn a siyaseta deverê ya rejîmê pêk dianî, û di wê zêetir ji çar dehikan de, bi dehan milyard Dolarî samana Îranê li pêxema şerê bê dawî yên Rojhilata Navîn de heder daye; Lê niha ku Îraq bi şêweyek ji şêwan dagîr kiriye û rejîma Sedam nemaye û rejîma “Wilayeta Feqîh” di Kerbelayê de desteke bilind heye, rêya Quds ji wan berevajî bûye.

Ger serdemekê Spaha Pasdaran û rejîma “Wilayeta Feqîh” bi rêya Kerbela û Demişqê ve, dixwastin bigihîjne Qudsê, niha eva balafirên Îsraîlê ne, ku ber bi Sûriyê ve tên û bi ser Îraq de derbas dibin, û heta di wê dawiyê de jî digihîjne Tehranê, û bi wê rêyê ve herçî hêzê Spaha Pasdaran û bikirêgirtiyên rejîma “Wilayeta Feqîh” e, bombebaran dikin, û Cemaran jî bêdeng e, û serşorr e, û ti tiştî nabêje!

Di wan çend salên derbasbûyî de, bi sedan car balafirên Îsraîlê di nav Sûriyê de hêzên Spaha Pasdaran û çekdarên ser bi rejîma Îranê bombebaran kirine, û bi dehan fermandeyên Spahê û bi sedan Pasdarên terorîst jî hatine kuştin, û hezaran ton mûşek û cebilxanê wan teqandine, û dengek ji Spaha Pasdaran û rêberê rejîma wan derneketiye.  

Niha bi rêya Urşelîmê ve, balafirên Îsraîlê tên û dehan ton belge û arşîvên bernameya navkî ya rejîma Tehranê dibin û Xamineyî serê wî şorr bûye, û ti nabêje. Her heman balafirên Urşelîmê têne Tehranê û binkeya Parçîn bombebaran dikin, û diçin Netenzê, û destketên çendîn sale ya rejîmê dikne dûkel; fermndên har ên Spaha Pasdaran û “Weliyê Feqîh” ên tirsinok ên Îranê bi awayekî serşorrî dibêjin me zaniye çi qewimî ye, û ti nabêjin!

Wan sedan kes ji ciwan û têkoşerên netewên Îranê bi tometa sîxurî û hevdengî digel sehyonîzmê tîrbaran kirin; Lê ku balafirên sehyonîstan! têne naverasta Îranê, Xamineyî û fermandên tirsinok ên Spaha Pasdaran tenê serşorrî bo wan dimîne, û tirseke kujek wan digre, ku neke ew balafirane Cemaranî jî bikin ax! Hemû dîktatorên cîhanê tirsinok in, û tenê bo bê desthilatan zîrek in, û bi kuştara wan hêrsa hunirê xwe de vala dikin!