![](/weney-mallperr/6867.jpg)
Kurdistanmedia: Di sê rojên derbas bûyî de çendîn bûyerên tirafîk li rêyanên Kurdistanê de rû daye ku di wan bûyerane de bi giştî 5 hemwelatî can xwe ji dest dan e û 6 kes jî birîndar bûn e.
Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, roja Yekşemî berwar 27’ê Çiriya Pêşîn a 2013’an, li rêya Şino bo Nexedê li nêzîk devera Qlatanê û Dîlan Çerxê, di encam li hev xistina du tirombêl, 4 kes bûne qurbanî.
Di vê bûyerê de Îhsan Serafî temen 18 salî ku şofêrê tirombêla cirê Piraytê bû û 3 kesên din jî hatin birîndarkirin û rêkirine nexweşxaneyekî bajarê Şino.
Her weha di bûyrek din a tirafîkê de ku rêya Serdeşt bo Pîranşehrê, seba nastandardiya rêyan, tirombêlek wegeriya û şofêr ku tenê tê de bû canê xwe ji dest da.
Di vê pêwendiyê de bûyerek din a tirafîkê li sêrêya Hesenava li rêya Riwanser bo Kirmanşanê, 3 kes hatin kuştin û birîndarbûn.
Li rêya Ciwanro bo Kirmanşanê, salane seba nasitandardiya rêyan û nebûna hêmehekî hayîdakirin a hat û çûnê, bûyerekî zaf ya tirafîkê û dide.
Li rêya hat û çûna Ciwanro bo Selasa Bawecanî bûyerekî tirafîkê bûye sedema kuştina bûk û zawayek. Paş bûyerê bûk rêkirine nexweşxanê, lê seba pêre negehîştina zû ji aliyê kadrên dermanî û pizişkên nexweşxanê ve, her di vê rojê de canê xwe ji dest da.
Li piraniya rêyên hat û çûnên Îranê û bi taybet Kurdistan, nestndardî û hîmaya hayîdarkirinê nine û hertim berpirsên rejîma Îslamiya Îranê ji hember wan hemû bûyerane bêdengin û tû hewlek an daxuyaniyek nedane.
Rêyên nastandard, xemsariya şofêran û xirabiya tirombêlan, ji serekîtirîn sedemên bûyera tirafîkê li Îran û Kurdistanê ne û roj bi roj amara qurbaniyanên vê bûyerê zêdetir dike.

![7234.jpg](http://www.kurdistanmedia.com/weney-mallperr/7234.jpg)

![7235.jpg](http://www.kurdistanmedia.com/weney-mallperr/7235.jpg)