Kerîm Perwîzî
Zimanê te, kêrnehatî ye, û dê û bavê te gellek paşvemayî ne, û mêjiyê wan pûç bûye, û nekarîne û hez nekirine ku te fêrî zimanekî şîrîn û îroyîn bikin, û dibe ku tu bi zimanê şîrîn ê Farsî qise bikî, lewra tu mirovekî tewaw ninî, û ji zarokên pile sê û çar î, ku dibe li ser te kar bê kirin, da ku hêdî-hêdî li mirovan nêzîk bibî.
Eva peyama rohn û eşkere ya pirojeya rejîma koloniyalîstî ya faşîst a Tehranê ye, ku di bin navê hînkirina zarokan de bi zimanê Farsî, dixwaze ku kuştargeha ferheng û kultur û zimanî rê bixe. Li gora vê pirojeyê, zarokên neteweyên xeyrî Fars ku wekî mirovên netewaw li wan tê nihêrîn, berî sala xwendina xwendingehê, taqîkariyeke zimanê farsî li ser encam didin, û hekî farsiya wan gellek kirêt nebû, wê demê wê wan bibin binkeya berî xwendingehê, da ku taliya zimanê dayîkê ji wan dûr bixin, û hingivîna farsî berdin devê wan de.
Xwendingeh ji serdema Yonana kevn ve, her ji xwendingeha Soqrat ve bigre heya niha, cihek bûye da ku zanist û zanayiyê fêrî mirovan bike. Sîstema perwerdeya cîhana azad ku mirov tê de nirx heye, bona vegeşîna mirovan û bona baranîna nivşa bê ye, da ku jiyan li cem civakê hişk û dogm nebe, û geşeyê bike. Lê di sîstema kolonyalîstî, ya Wilayeta Feqîh de ku di hizra şovenîstî de, dirêjkiriya fikra Rezaxanê Mîrpenc e, xwendingeh wekî qesabxaneyê çav lê tê kirin.
Ew sîstema faşîstî destpêka sala xwendinê dike destpêka demsala zîndan û îşkence û kuştarê. Zarokek ku çend salan di nava malbata xwe de bi zimanê Kurdî ya Erebî ya Belûçî ya Tirkiya Azerî û yan jî Turkemenî fêr bûye, û guh û mêjiyê wê bi vî zimanî edet kiriye, dibin cihekî ku ji nişkêva dibêjnê ku dibe zimanê te bê birîn, û dengeke neşaz di guhên wê de tê xwendin.
Rezber û destpêka Payîzê ku destpêka sala xwendinê ye di Îranê de, dibe bo zarokan demsala herî şîrîn û roja herî xweş be, da ku bi ew qasê xweşî û hezkirin ve ber bi xwendingehê ve herin, û jiber ku xwendingeh binkeyeke dûr ji malbatê ye, û ji naz û hezkirina malbatê dûr dikeve, û dibe xwendingeh vê nazkirin û pêregihîştinê jê re cubran bike, da ku baştir waneyên xwe werbigre, lê di Îrana di bin deshilata bîra faşîstî de, xwendingeh wekî girtîgehê ne; û ji vê jî xirabtir her dixwazin bi tewahî bikin qesabxane.
Eva kuştareke bikom a ferhengî ye, ku ne tenê ziman û nasnameyê dihelîne, belku bi vê reftarê dixwaze zarokên neteweyên bindest jî bêzar bin ji piroseya xwendinê, û di warê xwendewariya nivşên bê de jî, paşve bimînin, û di rastî de sîstema xwendinê di Îranê de bûye regezperestiyeke rût û hovane.