Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêzdar Mistefa Hicrî

17:10 - 24 Hezîran 2013

Yazdehemîn dewreya hilbijartinê a serkomariya Îranê roja Înê 24’ê Cozerdana 1392’an birêve çû, û têde Hesen Ruhanî karî bi bidestveanîna nîva dengan li ser kursiyê serkomariyê rûnê, li pêwendî tevî vê bûyerê û bandora vê li ser pêşeroja siyasî ya rejîmê û rol û pêgeha wê li hevkêşeyên cîhanî û herêmî û helwest û dîtingehên PDKÎ, rojnameya Kurdiustan gotûbêjek bi Mistefa Hicrî sekreterê giştî ê PDKÎ re encam daye, ku deqê wê bi vî awayî ye:

1. Gelo beşdariya %72 ji xelkê li hilbijartina serkomariyê û
dengdana wan bi Rûhanî çawan dinirxînin?

Divêt em sedema beşdariya xelkê di hilbijartinê de, û dana dengan bi Hesen Ruhanî, berî her sedemek din, li nifrte û bêzariya xelkê Îranê ji siyaset û programên bingehxwazan de bibînin, ew siyaset û bernameyên ku bi taybetî li dehka borî de, welat di warê navxweyî û derekî de xistiye bonbestê de, û çi hêviyek bi baştirbûna rewşê, bi dirêjîhebûna deshilatdariyê ji aliyê vê girûpê ve, nehêlabû. Hesen Ruhanî he çend ser bi reformxwazan nîne, lê îdeyên wî di dema propagendeyên hilbijartinê de û bi taybetî rexnekirina eşkere ji siyaset û kiryarên heya niha ên bingehxwazan li her warekî de bû sedema vê ku xelk bi hêviya bicihanîna sozên ku wî didan, dengên xwe bidin navbirî.

Reformxwazan jî ku axavtin û sozên Ruhanî zêdetir li rastaya xwastekên xwe de didîtin, ji navbirî piştevanî kirin, û bi taybetî rolê Mihemed Xatemî û Refsencanî li rakêşana dengê girûpên curbi cur ên reformxwaz û hijmarek ji bingehxwazên nermrew di vî warî de bandora xwe hebû. Herweha li vekişyana Arif ji pêşbaziya dengdanê jî alîkariyek zêde bi avêtina dengan bi qazancê Rûhanî karî di berjewendiya vê piroseyê de be. Kiryarek ku berbijarên bingehxwazan ne tenê nekarîn ku wê bikin, belkû heta di dema gengeşeyên hilbijartinan de bi dijî hevdu propagende jî dikirin, bi vî awayî dengên wan bi tewahî ji hev bilav û parve bûn , û hêza rikeberiya bi Rûhanî re ji dest dan.

Vê hilbijartinê û encamên wê, hinek rastiyên din jî eşkere kirin, ku ew jî ew bû ku serbarê vê ku reformxwazan dijberî bi hevre hebûn, lê li encama hemşêvriyên seranên vê tevgerê, bi hevre li ser berbijarekê lihev kirin, li demekê de dijatiya selîqeyan li nav bingehxwazan de ew qas tund bû, ku ew ji lihevkirinek weha bêpar kirin.

2. Gelo hilbijartina Rûhanî, gotina “Na” bi serkomariya rejîma Îranê bû, yan qebûlkirina rejîmê û lebêyk gotina bi daxwaza Xamineyî?

Şaş e ku heke weha bê hizirkirin ku hilbijartina Rûhanî gotina “Na” bi siyasetên rejîmê +Wîlayeta Feqîh+ bûye, belkû ya rast ew e ku Rûhanî hem stûxwarê rêberî ye û wê siayset û bernameyên wî jî bişopîne, tenê bi vê cudahiyê ku ew dê bi siyasetek nermtir û lojîktir bê qadê, da ku ew deriyên ku li encama tundûtûjiyê û bi qewlê wî + bed exlaqiyan+ li salên borî de, li ser Îranê hatine daxistin veke û rewşa welat ku li ser peqînê bû, kêmekê veke, wate wî dê rolê sûpapa cihê hilmê hebe, wate ew siyasetên ku kêm û zêde Xatemî û Refsencanî jî li dewreyên serkomariya xwe de sepandin û bi vî awayî karîn çend salan rojavayiyan hêvîdar bikin.

3. Hûn ta çi qasekê difikirin ku encama vê hilbijartinê hevsû di gel pirojeyên mezin ên rejîmê û beyta rêberî bû?

Heke tu dexelkariyeke berçav li avêtina dengan de rû nedabe, sedem dikare ew be ku birêveberê hilbijartinê dewlet bûye û herweha dewletê li heyeta çavdêriyê de rolek bingehîn hebû, û vê carê berevajiyê hilbijartina dewra dehemîn a serkomariyê, herçend ku dewletê hevahengiyek weha li warê dexelkariya di hilbijartinê de nebû, belkû wek rikeberê bingehxwazan dihate hesibandin, û vê nakokiyê, encama dexelkariyan zehmet , û nirxa wê jî, ji bo bingehxwazan çend hember dikir, û nrejîma şiyana dana nirxek weha tunebû, û li encama vê nîgeran bû, û heta mirov dikare bêje ku rejîmê çavnihêriya pêşwaziyek weha ji Rûhanî tunebû, lewra min guman heye ku hilbijartin û encama wê, hevsû di gel pirojeyên mezin ên siaysetdarêjiya rejîmê hatibe pilankirin. Bo Wîlayeta Feqîh hilbijartina her yek ji wan berbijaran ferq û cudahiyek weha tunebû.

Her çawan ku her hemiyan û bi taybetî Rûhanî li dema propagendeyên hilbijartinê de emegdariya tewaw ya xwe bi rêberiyê ragehandin, û herweha tawan û guneha hemû şaşî, û kêmasiyan xistin stûyê Ehmedînijad û dewleta wî, û hevdu, wek vê ku rêber tu rolek li wan hemû kirîzan de tunebûye. Li pêşerojê de jî Rûhanî li çarçoveya siyaset û rênimayiyên rêber de, wê erkê xwe bi cih bîne, lewra tu hewcehiyek bi vê hemû lihevkirinê bi nirxek weha mezin tunebû.

4. Hinek ji welatên rojavayî li helwestên xwe ên fermî yên berî hilbijartinê de, ew hilbijartin na demokratîk û ne azad bi nav kiribûn, lê niha em dibînin ku bi eşkere pêşwazî ji encama vê kirine, gelo li siyasetên rojavayiyan de guhertinek pêk hatiye?

Di siayseta rojava de jî tu guherînek pêk nehatiye, jiber ku wan ew hêviya ku ji rejîmê hebûne û li pêşerojê de jî, wê hebin ew e ku nîşandana nermiyê li programa navikî û gihîştina rejîmê bi lihevhatinekê bi wan re ye. Rûhanî jî li npropagendeyên hilbijartinê de deriyê baxek kesk nîşanî wan da, û li vî warî de ew hêvîdar kirin, û mesele demokratîkbûna yan nebûna hilbijartinê bo rojavayiyan nine.

5. Li gorî wan peyamên ku ji aliyê civaka cîhanî ve hatin şandin, hûn fikir dikin ku Hesen Rûhanê wek serkomar, wê bikare çi guhertinan li siyasetên navxweyî û derekî ên rejîmê de pêk bîne?

Me pêştir jî ew rastiya aniye ber bas ku serkomar her kesek be, bi qewlê Xatemî ji kirêgirtiyekê zêdetir nine, û qada manovra wî gellekî sînordar e, lewra heke di pêşerojê de guherînek li siayseta navxweyî û derekî de rû bide, dîsan jî çavkaniya wan guherînan wê weliyê feqîh be, ne serkomar.

6. erk û resaleta opozisyonê li pêşerojê de piştî 24’ê Cozerdana 1392’an çî ye û heya çi qasekî hûn fikir dikin, encama vê hilbijartinê, wê kar bo neyarên rejîmê zehmet û îza bike?

Ez bawer im ku serkomarê nû, aliyê kêm wê bikare heya salekê xelkê Îranê û rojavayiyan li benda bi cih anîna sozên xwe de bendewar bihêle.lewra rijava wê li hizra peydakirina riya lihevkirinê, yan bidestve anîna poanên ne gellek berçav li pêwendî tevî mijara mehandina oranyomê de be. Û xelkê welat jî li vî heyamî de, wê sebr û tehemulê bikin da ku ew îmamzade mo’cizeyekê bifirîne, di vî warî de opozisyona hiloşînmerê rejîmê divêt zêdetir xelkê hişyar û serwext bike, û eva ku ew mo’cize wê ser bigre yan ne, carê divêt em li bendê bin.