Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêzdar Mistefa Hicrî li gel malbatên şehîdên rêya rizgariya Kurdistanê civînek pêk anî

14:56 - 31 Adar 2013

Kurdistanmedia: Sekerterê giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li binka Deftera Siyasî li gel malbatên serbilind yên şehîdên rêya rizgariya Kurdistanê civînek saz kir.
Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, civîna han paşnîveru a roja şemî 30’ê Adar a 2013’an, birêve çû û di vê civînê de birêz Mistefa Hicrî got: Bo netewya me li parçên Kurdistanê cihê şanaziyêye, ku serbarî zilm û zoriya hikumetên dîktator hazir bûn canê xwe bibexşin û xebat bike û bimînîtewe.
Sekerterê giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê di nav axavtina xwe de got: Gelek caran hikumet û dijmnê me ji me bihêztir bûye û gelê Kurd li Rojelata Navîn de li hemberî van dijminane ravestawe û lêhatina xwe nîşan dewe.
Rêzdar Mistefa Hicrî li dirêjahiya axavtina xwe de eva jî anî ber bas û got: li gorî ev rewşa ku Kurdistana Turkiyê û Sûriyê têdeye çavnêrîna vê tê kirin ku ev jî weku Herêma Kurdistanê bi mafên xwe şad bin.
Sekerterê giştî yê PDK Îranê amaje bi rewşa Kurdistana Îranê jî kir û got: Li Kurdistna Îranê rejîm bi hemû tewana xwe hewla binpêkirina hevwelatiyan de ye, lê hesa netewayetî di vê beşa Kurdistanê jî zor bihêz û roj bi roj bilintir dibît û keç û xurtê me henuke jî pişkekî zaf li girtîgehên rejîm de hatine şehîd kirin, lê hazir nebûne serê xwe bo rejîm xwarkin.
Birêz Hicrî eşkere kir ku niha dujmin li hember gelê kurd de bêçare ye û gelê kurd jî gelek bi rijdî daxwaza mafên xwe dike.