Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêzdar Mistefa Hicrî serdana pirofîsor Ezedîn Mistefa Resûlî kir

16:47 - 14 Tebax 2013

Kurdistanmedia: Heyetekî Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, bi serperstiya sekreterê giştî yê PDKÎ’ê serdana kesayetiyê naskirî yê Kurd Dr. Ezedîn Mistefa Resûlî kir.


Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, roja sêşemî berwara 13’ê Tebaxa 2013’an, serdana han ji aliyê şandekî PDK Îranê ve hat kirin û birêz Mistefa Hicrî li nîzîk ve rewşa tendurustiya rêzdar pirofîsor Ezedîn Mistefa Resûlî pirsî.
Rêzdar Dr. Ezedîn Mistefa Resûlî hevalê dîrînê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ye û her tim tevî têkuşînên vê partiyê de, li xweşî û nexweşiyê de pişkdar bûye û xwediyê helwêsta bilin a netewî ye.