Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêzgirtin ji kultura neteweyî, ji aliyê Yeketiya Ciwanên Demokrat ên Kurdistana Îranê ve

18:39 - 2 Kanûna pêşîn 2013

Kurdistanmedia: Ew koryade li çendîn birgên cur bi cur ê taybet bi kultur û mûzîk û dab û nerîtên kevin ên Kurdistanê ji aliyê komîsyona perwerdeya YCDKÎ ve hat lidarxistin.
Li gor rapora peyamnêrê Kurdistanmedia, komîsyona perwerdeya Yeketiya Ciwanên Demokrat ên Kurdistana Îranê bi armanca rêzgirtin ji ferheng û kultura Kurdewarî, berwara 29\'ê Çiriya Paşîn a 2013\'an, koryadek birêve bir.
Di destpêka rêûresmê de peyama komîsyona perwerdeya YCDKÎ ji aliyê Liyîla Mihemedî endama Heyeta Îzraya Yeketiya Ciwan ve hat xwandin û her dûr de çend alavên mûzîkê yên Kurdî hat pêşandan.
Di birga din a rêûresmê de kincên hemû deverên Kurdistna Rojhelatê hat nîşandan û paşan ji aliyê amadebûyên merasimê ve gotinên watedar û pêşîyan hat gotin.

Girûpa şanoya Hawara Nîştiman nemayişek bi navê Mala Xan li ser şêwaza jiyan û nerîta xelkê di serdemê kevin de nîşandan.
Şêwaza birêve çûna govend û dîlan di Kurdistanê de û govenda giştî, pişkek din a wê rêûresmê bû ku pêk hatibû.