Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Riza Pehlewî şanazî bas ji serkuta netewa Azerî ji aliyê Arteşa Pehlewî li sala 1325an dike

16:37 - 14 Kanûna pêşîn 2021

 “Riza Pehlewî”yê kurê dawî şahê rejîma Îranê di “Tiwitt”ekê de bi şanaziyê ve bas ji tawanên bavê xwe li dijî netewa Azerî û hikûmeta Azerbaycanê li sala 1325a Rojî dike; Di wê salê de Arteşa Pehlewî bi fermana “Mihemedriza Pehlewî” êrîş li ser hikûmeta Azerbaycanê kir û dewleta “Ceifer Pîşewerî” hilweşand û xelkê Azerî qir kir.

Navbirî di “Twitt”ekê de nivîsandiye: “21ê Sermawezê, vebîrhênerê yekîtiya netewiya Îraniyan e, wê netewê selimandiye ku jihevveqetiyanê qebûl nake. Di wê rojê de xelkê Azernaycanê mil bi milê Arteşê rabûne ser piyên xwe û parçeyek ji Îranê ji nav çengê dujmin rizgar kirin. Îraniyan di 21ê Sermawezê de dane xuya ku bihostek ax ji Îranê nayê cudakirin”.

Ew “Twitt”a “Riza Pehlewî” di halekê de ye ku li 21ê Sermaweza sala 1325an a Rojî, Arteşa Pehlewî bi dirindanetirîn şêwazê, êrîş li ser Azerbaycanê Kirin û xelkê Azerî qir kirin. Di wê demê de Azeriyan bi rêberatiya “Ceifer Pîşewerî”, biryar dabûn ku berevanî li nasnameya xwe bikin û li ser axa xwe, xwediyê desthiltê bin û êdî neçine bin barê zulim û zordariya hikûmeta navendî.

Riza pehlewî, bi wê “Twitt”ê carek din selimand ku wan tim mafê diyarîkirina çarenivîsa gelan bi cudaxwazî dizanin, herwiha faşîzma Îranî bi tevawî li dijî mafê netewên jêrdest ên Îranê ne û bo parastina wan sînorên destçêkirî û bi wê nasnameya şuwenîstiya Îranî, hemû core tawanek bi rewa dibînin.