Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Riza Şamoradî:

16:49 - 24 Hezîran 2013

Hevpeyvîn:Faxir Molûdî

Riza Şamoradî kurê Mihemedemîn sala 1348’an, li gundê “Kanî
Bûçkel” ya ser bi Bajarê Sinê di malbatek nawendî de tê dinê. Riza her di gundê xwe de temenê zarokatiya xwe derbaz dike heya dema çûna xwendingehê tê, diçe xwendingeha gundê xwe û dewrana despêkî a xwendinê bi dawî tîne. Bi sedema nebûna xwendingeha nawendî di gundî wî de, Riza ber bi bajarê Sinê diçe û li wir sala yekemîn a xwendina xwe bi dawî tîne, lê mixabin bi sedema hejarî û destengiyê desta ji xwendinê dikêşe û vedigere mala xwe û mil bi mile malbata xwe dest diavêje karê cotkariyê.

Riza Şamoradî derheq nasîn û tevlîbûna xwe bi PDK Îranê ve weha dibêje; “Piştî serkevtina şoreşa gelên Îranê pêşmergên PDK Îranê hatin gundê me û xebata xwe dimeşandin û gellek caran bona xwarin û bêhn vedanê dihatin mala me, eva bû despêk ku ez PDK Îranê nas bikim û herweha ji siyaset û bernameyên wê bo pêşerojê hez bikim, lewra di temenê 17 saliyê de min peywendî bi refên nepenî ên PDK Îranê re girt.

Bi sedema geşekirina nifûza PDK Îranê di nava xelkê gund û devera me de, Komara îslamî pirr aciz bû, lewma ket hizra birrîna rêya peywendiyên xelkê tevî PDK Îranê û di sala 1364’an bona birrîna wan peywendiyan û herweha çekdarkirina xelkê deverê, paygayek di gundê me de ava kir. Ez û Hoşeng Nasirî ku mixabin şehîd ket, yek ji wan kesan bû ku endamê PDK Îranê bûn, lê bi zorî em hatibûne çekdarkirin û şevê me nobedariya binkeya rejîmê dida. Bi sedema peywendiya xwe a nepenî, min PDK Îranê ji tewahiya rewş û riftarên paygahê haydar dikir.

Di devera me de bone mêlîtarîzekirina deverê, Komara Îslamî sê binke ava kiribûn, piştî heyamekê PDK Îranê peyamek ji bo min û Hoşeng şand û têde daxwaz hatibû kirin ku bona rakirina wan sê paygahan em hevkariya partiyê bikin. Me daxwaza partiyê qebûl kir û roja 13:6:1365’ê dest bi ser paygayan de hat girtin û tewahiya çek û teqemeniyên wan ket destê pêşmerge û piştre ew binke bi tewahî hatin şevitandin. Bi vî awayî derbek mezin li hêzêzn Komara Îslamî li dewera me de ket û herweha bi awayek fermî ez bûm pêşmergê PDK Îranê û heya niha jî di xizmet partiya xwe de xebatê dimeşînim.

Riza Şamoradî roja herî nexweş a jiyana xwe weha tîne ziman; “Yekemîn roja nexweş a jiyana min roja şehîdketina Dr.Qasimlo bû, jiber ku ez bi wê bûyerê pir nerihet bûm, herweha bûyerek din di jiyana min de ku birastî derbek pir giran bû ku li min û malbata min ket ew bû ku, sala 1368’an de rejîma Komara îslamî bavê min destbiser kir û di dema îşkencekirinê de bavê min her du çavên xwe ji dest dan û ji wê demê pêve heya niha roniya çavên xwe jidest daye û kor e”.

Riza derheq roja herî xweş a jiyana xwe jî dibêje; “Du rojên xweş di jiyana min de hene, ew jî roja dîtina her du rêberên şehîd ên PDK Îranê Dr.Qasimlo û Dr.Şerefkendî bûn. Jiber ku min ji nêzîk ve rêberên xwe dîtin û me bi hev re axaftin kirin”.

Riza Şamoradî derheq jiyana xwe ya hevpar dibêje; “Sala 1372’an, bi sedema topbaranên Komara Îslamî PDK Îranê baregehên xwe bo Bayincanê veguhaztin, li wir tevî malbatek Îranî ku du kurên wan di nava refên hêza Giyareng de şehîd ketibûn û li Bajarê Qeladizê akincî bûn nasyar bûm. Piştî derbazbûna midehekê bi ser têkiliyên di navbera me de, min pir ji riftarên keça wê malê ya bi navê Fatîme hez kir. piştî medehekê min xwazgîniya Fatîmê kir û malbata wê razî bûn bi zewicîna me, eva bû ku di sala 1374’an de me jiyana hevbeş pêk anî û berhema jiyana me jî sê kur in”.

Riza Şamoradî di dawiyê de rû li kadr û pêşmergên PDK Îranê dike û dibêje; “Her weke heya niha bi germî xebat ji aliyê we ve hatiye meşandin, ji niha pêve jî li ser xebata xwe micit bin, jiber ku em li cem xelkê Kurdistanê pir xweştevî ne û him jî wîjdana we li hember netewa we de rihet û asûde ye. Ez daxwazê ji xelkê Kurdistanê dikim ku bona serkevtina xebata gelê Kurd, pişta PDK Îranê bernedin”.