Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Roja 21’ê Hrzîrana 2012’an

16:12 - 1 Nîsan 2013

hejmarek ji kadr, peşmerge û endamê PDK Îranê piştî çend sal veqetiyanê, bi sedema nerazîbûn ji biryar û kiryarên rêberiya gurûpa cûdabûyî,cardin li jêr navê Girûpa Helwêst di daxûyaniyekê de tevlîbûna xwe bi PDK Îranê re ragehandin.

PDK Îranê jî ev biryara girûpa Helwêst bi biryarek baş û berpirsane û di xizmet berjewendiya gelê Kurd li Rojhelatê kurdistanê de da zanîn û her bi vê sedemê jî, ji aliyê partiya dayîk, wate PDK Îranê ve bi germî pêşwazîkirin ji girûpa navbirî hat kirin.

Roja21’ê Tebaxa 2012’an

Heyetên rêberiya PDK Îranê û Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê bi serperestiya her du birêz Ebdulla Muhtedî sekreterê giştî ê Komelê û Mistefa Hicrî Sekreterl giştî ê PDKÎ,li binkeya Deftera Siyasî a PDKÎ li hev civiyan.

Piştî şiroveya pirsên girîng û têkildar bi pirsên Îranê û Kurdistanê, û herweha di doma bas û gengeşeyên xwe de derheq berhevkirina lihevhatinek alîkariyê di navbera her du aliyan de,rêkevtinnameya alîkariya her du partiyan ji aliyê rêzdaran Mistefa Hicrî û Ebdulla Muhtedî ve hate îmza kirin.


Roja 26’ê gelawêja 1391’an

(Tebaxa 2012), erdhejeha wêranker a 6.2 rîştêrî herêmên Eher, Herîs û Werzeqan a ser bi Parêzgeha Azerbaycana Rojhelat da ber pêlên xwe û di encam de li gor amarên rejîma Komara Îslamî, nêzîk bi 400 kes ku piraniya wan jin û zarok bûn cane xwe jidest dan, û nêzîk bi sê hezar kes jî birîndar bûn.
Lê serhejmariyê nefermî bas ji canjidestdana pitir ji hezar kesî dikin û eşkere kirin ku Komara Îslamî xwe li dana zaniyariyên rast bi dûr digire.


Roja 25’ê Îlona 2012’an,

kongireya 15’emîn a PDK Îranê li jêr navê kongireya Dr. Sadiq Şerefkendî bi beşdariya endamên kongirê û hejmarek ji mêhvanan li binkeya Deftera Siyasî a Partiyê dest bi karê xwe kir.
Kongireya 15’ê a PDKÎ li pêvajoya asayî a kongirê û organîzasyona demokratîk a PDKÎ, li dema xwe û li gorî pêrewa navxwe a Partiya Demokrat birêve çû û Piştî 6 rojan karê berdewam, di roja 5ê Çiriya Pêşîn de kongirê bi serkevtin ve dawî bi karên xwe anî.


Di heyva Çiriya Paşîn a 2012’an

Heyetek PDK Îranê bi serperestiya Loqman ehmedî endamê komîteya nawendî û berpitsê peywendiyên derve ên partiyê, beşdarî di 11’emîn kongireya UNPO li bajarê Jinêvê de kir.
Di roja yekem a kongirê de berpirsên heyetên beşdar raportek li ser rewşa siyasî û mafê mirov di welatên xwe de pêşkeş kirin.
Her di vê peywendiyê de, Birêz Ebdulla Hicab nûnerê PDKÎ di UNPOyê de, raporek li ser rewşa Kurdistanê pêşkêşî kongirê kir.

Kongirê di doma karê xwe de sekreter, serok û desteya serokatiya nû hilbijartin û herweha Ebdula Hicab berbijarê PDKÎ bi dengê giştî, weke endamê serokatiya UNPO’ê hat hilbijartin.


Roja 15’ê Sermaweza 1391’an
li xwendingeha gundê Şînawê a ser bi bajarê Pîranşarê, bi sedema agirgirtina sobeya naftî a pola çaremîn a despêkî, 36 zarokên keç ên dersxwan di nav dûmana û agir de ketin telikê û digel şevtînê berbirû bûn.

Mixabin piraniya zarokên şavirî, bi sedema giraniya birînên wan ber bi nexweşxaneyên bajarên Urmiye,Nexede û Pîranşarê ve hatin veguhastin.


Roja 9ê Çileya Paşîna2013an,

sê şoreşvanên jin ên Kurd bi navên Sakîne Cansêz, Fîdan Doxan û Leyla Soylemez, kurdên Kurdistana Turkiyê ku xwediyê rabihuriya tekoşîna siyasî bûn, li Parîsa pêtextê Firansayê bûne armanca gulleyên xedrê û hatin terorkirin û sibêdehiya roja paştir 10’ê Çileya Paşîn termê goriyên vê terorê hatine dîtin.

Hêjayî basê ye ku sekîne Cansiz yek ji endamên avakerê PKK û herweha Fîdan Doxan nûnera KNK, û Leyla Soylemez jî çalaka siyasî bû.
Di heyva Çireya Paşîn a 2012’an(November), di hilbijartinên serkomariya Amerîkayê de, bo cara duhemî û bo çar salên din Barak Husên Obama weke serokê Amerîkayê welatî hate helbuijartin.

Roja 18’ê Çiriya Paşîn a 2012’an

Piştî 68 roj gireva birçîbûnê, 682 girtiyên Kurd di 67 girtiîgehên dewleta Turk de, li ser daxwaza Ebdullah Ocalan davî bi gireva xwe anîn.
Gireva birçîbûnê rêyek aştîxwazane bû bona nîşandana nerazîbûna gelê Kurd li li hember siyasetê nebaş ên deshelatê di Turkiyê de.

Yek ji daxwazên serek ên girtiyên Kurd berevanîkirina ji xwe di dadgehên turkiyê de bû.

Roja 21ê Rêbendana 1391an,

Malpera www.Agirîmedia.org bi awayek fermî bi nûçeyên germ ên siyasî, civakî û herweha mijarên pir nawerok ên rojevê û hevpeyvînên dewlemend, dest bi weşana xwe kir.
Siyaseta sereke a Malpera www.Agirîmedia.org li ser bingeha giringîdan bi mijarên taybet bi çar beşên Kurdistanê, hatiye avakirin.