Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Roja cîhanî a zarokan

10:11 - 2 Hezîran 2019

Rojan Sofîzade

Îro (1’ê Hezîranê) weke roja cîhanî ya zarokan hatiye binavavirin û li seranserê cîhanê de ev roj tê pîrozkirin. Zarok texa paqij, bedev û zelal a civakê ne ku dibine sermayeya mezin a pêşeroja her civak û welatekê.

Zarok dibe azad bin û tu kes nabe azadiyê ji wan bistîne. Zarok wek Masiyan in di nav behra azadiyê de. Li behra qirêj de Masî dimirin. Gava ku zarok jî li rewş û kavdanekê de bijîn ku azadî ji wan hatibe standin, tame ji zarokatiya xwe nabînin, anku zarokatiya xwe de najîn.

Zarok jîndarên bêsûç û bêguneh in, bila em dev jê berdin ku zarok bin, zarok bijîn û bi vê ceribandinê, li dema mezinbûnê de jî mezin û berfireh bifikirin.
Mixabin gelek zarok ji vê azadiyê û jîna azad bêpar in û gelek ji wan di rewşa şer de mezin dibin, yan birîndar û tên kuştin. Kuştina zarokan, kuştina siberojê ye!
Di vê rojê de bila banga me li hemî dunya û mirovahiyê be ku destdirêjiyê bi dunyaya zarokan nekin û pêşeroja wan ji nav nebin.
Zarok mîna çûkan in ku bêdengiyê ji daristanan distînin. Ya rast ew e ku zarok nizanin çi bikin an çi bidin kirinê; ev jîndarên bêsûç û endamên biçûk, lê bixêr û bêr ên civak û pêşerojê ne.

Rast e îro rojek sembolîk e bo zarokan, lê belê hewce ye her rojên salê rêz ji mafên wan bê girtin û xwedî ji wan li warên perwerdehî, tendurustî, pêjîn, asayiş û … derkevin û li hember gef û metirsiyan de bên parastin.

Li gor hemû yasa û rêsayên navnetewî, mirov heya temenê 18 saliyê bi zarok tê hesibandin, heya vî temenî nabe wan bidin zewicandin yan xebitandin. Mixabin li gelek welatên dunyayê de, ne tenê ew girîngiya hewce bi zarokan û mafên wan nahê dayîn, belkî berevaj, destdirêjî bi ser maf û jîna wan jî tê kirin. Îran a li bin siya rejîma Îslamî de yek ji wan welatan e ku pêpeskirinên berçav li dor mafên mirovan û bi taybetî zarokan tê encamdayîn. Rêz ji tu yasa û pirensîpek cîhanî nagre û hespê serkêşî û reftarên xwe, berevajî nezm û pêvajoya cîhanî tav dide.

Bo nimûne vê rejîmê li cihê 1’ê Jûenê, rojên 15-21’ê Rezbera her sal weke hefteya netewî a zarokan binav kiriye. Li rûyekî de wusa nîşan dide ku dewletek mafperwer e û mafê zarokan diparêze, lê mixabin her roj mafê zarokan binpê dike û zarok dibin qurbanî. Yanî zarok qata herî zirardîtî a civaka Îranê û bi tayebetî Kurdistanê ne. Pir carî me dîtiye an bihîstiye ku zarokên bin 18 saliyê de jî darve dike û eva cinayetek e ku mixabin cîhan jî li hember de bêdeng e.
Rejîma îslamî ya Îranê ku yasayên wê gorî mesebê şîeyên 12 îmamî hatiye dariştin, keç li temenê 9 saliyê de bi ‘’kebîr’’ tê nasîn û asayî ye ku bên zewicandin! Pêka serhejmariyan, salane bi hezaran keç li temenê bin 18 saliyê de tên zewicandin yan tûşî desdirêjiyên cinsî dibin ku mixabin derencamên nigatîv li ser piskolojiya wan û piroseya geşekirina sirûştiye wan dike.

Ji dehsalên 60’î de, Rejîma Îslamiya Îranê bi dehan hezar zarokên xwendingehan bona armancên şerxwazane ên xwe di sere bi Îraqê re bo eniyên şer veguhastin û di eniyên şer de dan kuştinê yan qadên Mayînan bi xweteqandina wan, dida paqijkirin.

Di vê derheqê de hêj dest ji bikaranîna zarokan wek kerestan şer hilnegirtiye û li dibistanan de li jêr navê gera zanistî de, wan bo meydana şer perwerde dikin û dewreyên bikaranîna çekan û perwerdeya eskerî û asayîkirina qadên şer amade dikin. Rejîm bi sembolkirina hin kesên taybetî li nava zarokan de ku di qada şer de jiyana xwe ji dest dane, dixwaze ku li hizr û fikra zarokan de wan cinayetan bi zindî ragirin.

Li bin siya vê rejîmê û birêveberiya seqet a wê de abûriya Îranê roj bi roj xirabtir bûye û rewşa weha bi kirîz, bandor li jiyana zarokan û mafên wan jî kiriye û mixabin ji berê pitir, tên bikaranîn ji bo kar. îro diyardeya zarokên kar yek ji diyardeyên metirsîdar e ku gefek micid e ku ji pêşeroja welat dixwet. Di encama wan siyaset û rewşa xirab û bi felaket a abûrî de, normên civakê jî tevlihev bûne, gellek diyardeyên xirab serî hildane ku malbat ji hev hilweşiyane, zarok bê serperest mane û …hwd.

Ez vê rojê pîrozî hemû zarokên cîhanê bi taybet zarokên xêr ji xwe nedîtî ê welatê xwe Kurdistanê dikim. Pîrozî zarokên nava xebat û şoreşê ku tevî malbatên xwe bo azadiya gel û welat dixebitin, dikim. Pîrozî zarokên şehîdên doza azadiya welat li hember dagîrkerên Kurdistanê dikim. Pîrozî zarokên kar û goriyên desdirêjiya cinsî û hemû ew zarokên ku goriyê siyaset û mudîriyeta dujminkarane ya rejîma  Îslamî a Îranê bûne dikim. 

Naveroka vê nivîsê, nerîn û dîtina nivîskar bi xwe ye û malpera Kurdistan Media jê berpirsiyar nine