Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hevdîtina Sekreterê Giştî yê Hizba Dêmokrat digel berpirsekî Hizba Dêmokrat-Kirîstiyan a Alman

16:38 - 19 Çirriya pêşîn 2025

Roja Çarşemî 15ê Çiriya Pêşîn a 2025, hevdîtinek li navbera rêzdar Mistefa Hicrî, Sekreterê Giştî yê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îarnê digel rêzdar “Christian Kremer” ê berpirsê Beşa Pêwendiyên navnetewî ya Hizba Dêmokrat-Kirîstiyan a Alman pêk hat.

Rêzdar Misfeta Hicrî li vê hevdîtinê de ku bi awayê ONLINE bi rê ve ço, gotarek Kurt li derheq binyatên hizrî yên Hizba Dêmokrat, xebata 10an sale ya Hizba Dêmokrat bo dêmokrasî û federalîzm li Îranê û bo bidestveanîna mafên netewiyên Kurd kir.

Herwisa rêzdar Mistefa Hicrî, îşare bi qurbanîbûna hezaran Kurd û 3 rêberên mezin ên Hizbê li serdema paşatî û komara îslamî de kir û tekezî kir ku xebata çekdariya Kurd ji salên destpêkiyên avakirina komara îslamî ve, bo berevanî ji xwe li hember êrîşên komara îslamî bo ser Kurdistanê bûye û herwisa îşare bi xebata medenî li qonaxa niha kir.

Sekreterê Giştî yê Hizba Dêmokrat îşare bi rola bingehîn a Hizbê li destpêka şoreşa Jînayê piştî banghêjî bo mangirtina giştî li Kurdistanê kir û tekezî li ser vê kir ku Kurd gelek rêkxistinkirî û yekdeng li hemberî rêjîmê disekine.

Rêzdar Mistefa Hicrî herwisa îşare bi hevpeymaniya netewên ne-Fars û “Kongireya Netewên Îrana Federal” kir.

Li vê hevdîtinê de rêzdar Mistefa Hicrî li bersiva pirsayara rêzdar “Christian Kremer” li derheq rewşa 6 heyvên derbasbûyî ya Îran û Kurdistanê bi taybet piştî şerê 12 rojeya li navbera Îsraîl û Îranê, îşare bi bêhêziya berçav a rêjîma axundan kir û herwisa îşare bi binçavkirina 100an kes bi hêceta hevkarî digel Îsraîl, sepandina sizaya bidarvekirinê bi ser 10an kes û birêvebirina wan sizayên sepandî kir.

Rêzdar Mistefa Hicrî, îşarê bi dabeşbûna deshilatarên Îranê bi ser çend eniyan de kir û rohn kir ku her aliyek beşdar li deshilatê, şaşiya vê şikestê û rewşa xirab a Îranê dawêje ustiyê aliyên din.

Rêzdar Mistefa Hicrî li bersiva pirsyara rêzdar “Christian Kremer” li derheq bernameya navkiya rêjîmê piştî bombebarankirinên Îsraîl, ragihand ku bernameya navkiya rêjîma Îranê gelek bêhêz bûye, lê rêjîmê qet dest ji armancên xwe bo berhemanîna bomba navkî bernade. Egera vê heye ku rêjîma Îranê li jêr givaşên navnetewî de neçar bi danûstandin digel Amerîkayê bibe, lê dê her li hewladan bo girîngîdan bi navendên navkî bo berhemanîna bomba navkî be.

Rêzdar “Christian Kremer” li derheq şirovekirinên Hizbê bo niha û paşçeroja Îranê û Kurd, pirsyarek ji rêzdar Mistefa Hicrî kir û rêzdar Sekreterê Giştî yê Hizba Dêmokrat îşare kir ku Ewropa û Amerîka bi taybet piştî erêkirina lihevkirina aşitî bo Xezê li wan rojên derbasbûyî de li pey bêhêzkirina herî zêdetir a rola Îranê li deverê de ne, lê rêjîma Îranê bi tenê li jêr givaşa li navxweyê welat ji aliyê xelk û givaşa navnetewî de dê rastî şikestê bibe, Sekreterê Hizbê tekezî kir ku Îranek Dêmokratîk, ferderal û Sikolar, li paşerojê de bê beşdariya netewîn dûrragirtî yên ne-Fars bidest ve nayê.

Rêzdar ““Christian Kremer” îşare bi pêvajoya aşitî li wan rojên derbasbûyî li Xezê kir û hivî kir ku ev prose neyê sekinîn û pirsgirêka Felestîn bo hertim, çareser bibe û li vê derheqê de bi dîtingeha Hizba Dêmokrat nli vê derheqê de pirsyar kir ku Sekreterê Hizbê li vê derheqê de ragihand: “rêjîma axundan vê aşitiyê li dijî berjewendiyên xweê dibîne û bi hemû şêwazekê hewla tevdana vê dide bi taybet ku axund xwe dûrxistî dibînin. Rêzdar Mistefa Hicrî îşare kir ku Kurd li Rojhilata Navîn de bi dirêjahiya dîroka serdem, nehatiye berçavgirtin û cihgîrbûna aşîtî li Xezê, vê hêviyê çê dike ku Kurd jî aşitî û mafên xwe yên rewa bibîne.

Li dawiyê de her du aliyan hêviya berdewambûna wan pêwendiyan kirin.

Hizba Dêmokrat-Kirîstiyan a Alman, hizba bingehîn a beşdar li hikûmeta Alman e û Mistefa Qazîzade, berpirsê beşa Pêwendiyên biyanî yên Hizba Dêmokrat li vê hevdîtinê de beşdar bû.