Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Lihevkirina Bercamê bi fermî bi dawî hat

16:41 - 19 Çirriya pêşîn 2025

Lihevkirina navkî ya naskirî bi Bercamê li navbera rêjîma Îranê, Çîn, Birîtaniya, Firanse, Alman û Rûsiyê de ku hatibû wajokirin, bi fermî bi dawî hat û tevî ku ev lihevkirina ji çendîn salan berî niha ve hilveşiyabû, lê bi fermî li roja Şemî 18ê Çiriya Pêşîn bi dawî hat.

Li heyva derbasbûyî de bi çalakkirina mikanmîsma maşê ji aliyê troîkaya Ewropayê ve dorpêçên ragirtî bi ser rêjîma Îranê çalak bûn.

Bercam li destpêkê de bo kontrolkirina zêdexwaziyên navkî yên rêjîma Îranê bi taybet bo rêgirîkirin ji hewlên rêjîma Îranê bo meyandin Oraniyomê bi tîratiya zêdetir bo berhemanîna çeka navkî hatibû avakirin ku her ji destpêkê ve rêjîma Îranê xalên bercamê lipeyhev binpê kirin û tevî hemû huşdariyan heta niha berdewam dike ku rastî êrîşên vê dawiyê jî hat.