Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Roja sêyem û bidawî bûna festîvala “Hevdîtina Hêmin bo Wêjeya Rojhelata Kurdistan ”ê

14:37 - 12 Gulan 2013

Kurdistanmedia: Festîvala “Hevdîtina Hêmin bo Wêjeya Rojhelata Kurdistan”ê roja dawiya xwe bi çîrok û helbest gotin bi dawî kir.

Li gor rapora peyamnêrê malpera Kurdistanmedia, sibêdeya roja pêçşemî 9’ê Gulan a 2013’an, festîvala “Hevdîtina Hêmin bo Wêjeya Rojhelat” ku ji aliyê Yeketiya Nivîskarên Kurd, melbenda giştî û bi alîkariya lêjneya nivîskarên Rojhelatê û herweha çavdêriya serokwezîrê Herêma Kurdistanê amadekarî bo hatibû kirin, piştî dom kirina 3 rojan û destkevtên baş bidawî bû.

Di vê festîvalê de gelek dîroknas, nivîskar, rewşenbîrên, helbestvan û çîroknivîsên rojhelata Kurdistanê amade bû.

Di dawiyê de 43 helbestvan û nivîskar û lêkokerê Kurdistana Rojhelatê ji aliyê “Yeketiya Nivîskarên Kurd û melbenda giştî”ve hatin xelat kirin û festîval bi sirûda Netewî a “Ey Reqîb” dawî hat.

Festîvala “Hevdîtina Hêmin bo Wêjeya Rojhelat” bi hiceta nasîna Wêjeya Kurdistana Rojhelatê û aşina bûn û nîzîk kirina kultur û wêjeya nivîskaran û rewşenbîrên çar parên Kurdistanê birêve çû.