Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rojavaya Kurdistanê di bin gefa dagîrkeran de ye

11:41 - 31 Kanûna pêşîn 2018

Kurdistanmedia: Çavên welatên herêmî û cîhanî li ser Rojavaya Kurdistanê û bi taybetî Minbicê ye, û her aliyek li pey berjewendiyên xwe ye, û Kurd qurbaniyên serekî ne.

Îro rojê mezinhêzên cîhanê, û dagîrkerên herêmî wekî Tirkiye û Îran, û Sûriye çavên wan li ser Rojavaya Kurdistanê û bi taybetî Minbicê ye, bi taybetî li ber li ber girîngiya stratejîk ya vê herêmê. Mixabin div ê navberê de serbarê vê ku Kurdan li şerê li dijî DAÎŞ`ê de zêdetirîn qurbanî dane, bona nehêlana DAÎŞ`ê di Rojavaya Kurdistanê herêmên bakûra Sûriyê, lê Kurd dibin qurbaniyê berjewendiyên dagîrkeran.

Hêza herî serekî ku yekalîkerê hevkêşeyan bû, Amerîka bû, ku wê jî biryara vekişiyana hêzên xwe daye. Ew biryara ku ji aliyê Kurdan ve wekî îxanet bi Kurdan tê zanîn, û gellek ji siyasetvanên Amerîkayî jî vê boçûnê piştrast dikin.

Her di çarçoveya zexta li ser Trump derheq vê biryarê, senatorê Komarîxwaz “Lindsî Giraham” ku yek ji yasadanerên nêzîkî Trump e, û yek ji wan kesan e ku nerazîbûna xwe ji biryara Trump derheq vekişiyana hêzên Amerîkayî nîşan dabû, ragehandiye ku di vê derheqê de bi Trump re axavtin kiriye.  

Senatorê Komarîxwaz “Lindsî Giraham” di vê derheqê de, bi weşandina “twitt”ekê ragehandiye: “Trump hinek mesele digel min li ser Sûriyê bas kirin, û heseteke baştir da min, derheq bûyerên Sûriyê. Jiber ku ew vekişiyan wê bi awayekî be ku, ew xatircem bibin ji jinavçûna DAÎŞ`ê bi tewahî, û Îranê çi pêgeh tunabe di Sûriyê de, û Kurd wê bêne parastin.

Lê di vê navberê de rexneya ku herî zêde ji aliyê çavdêran ve li Kurdan tê kirin, ew e ku mixabin di van çend salan de li hev nekirin û beşek ji hêzên Kurdan di çarçoveya ENKS`ê û Hêza Roj li derveyî deshilatê de man. Ew lihevnekirina di navbera wan de, di diyalog û danûstandinên siyasî di asta herêmî û navneteweyî de Kurd lawaz hêlan, û niha jî encama wê bi çavên xwe em dibînin û tirs awê heye ku Kurd di vê parçeyê de deskevtên bidestxistî ji dest bidin.

Ji aliyekî din ve, çavdêr ser vê baweriyê ne, ku wê demê ku Beşar Esed di lawaziyê de bû û beşeke zêde ji xaka xwe ji dest dabû, û daxwaza diyalogê bi Kurdan re dikir, diviya wê demê Kurdan ew rûniştin bi wan re pêk anîban, lê niha ku bihêz bûye, bêguman kurd di lawaziyê de ne, û zehmete ku bikarin li ser mîzê gotûbêjê jî deskevtekê bi dest bixin.

Rayedarên Sûriyê bi eşkere dibêjin ku ew aliyên ku digel Amerîka û Feranse û welatên din dirûniştin û dixwastin xaka Sûriyê parçe bikin, em ji wna qebûl nakin. Wisa diyare dîsan bûyerên Rojavaya Kurdistanê nîşan didin û diselimînin ku hem nakokiyên navxweyî û hem jî bawerkirina bi hêzên biyanî û jîrnebûna di siyasetkirinê de, derbên giran li gelê kurd dane.