Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rojavayê Kurdistanê û rewşa hestiyar

04:28 - 12 Tebax 2013

Şehab Xalidî
Cuda ji civîna li Hewlêrê ya di navbera PYD û Elpartî ku li ser daxwaz û banga Birêz Mesûd Barzanî hate lidarxistin, û cuda ji şerê di navbera Eniya Elnosret di gel PYD û herweha bilindkirina alaya Desteya Bilind a Kurd li sînorê Cîlan Pinar ya Sûriye û Turkiyê, basa ragehandina xwebirêveberiyekê bo Kurdistana Rojava jî yek ji basên herî germ di vê para Kurdistanê de ye, ku her ji nah de helwest û dijkiryarên curbicur di navxwe û dervey de, li pey xwe hebûne.
Hinek aliyên bi bandor di Kurdistana Rojava de her di vê derheqê de reşnûsek di 60 maddeyan de amade kirine, ku hinek ji xalên wê ên giring weha ne:

Maddeya 3: Ev peymana Sûriyê bi welateke serbixwe, û xwediyê serwerî û yekparçeyiya erzî û bi pêtextiya Dîmeşqê, û bi sîstemeke demokratîk a parlemanî a çend hizbî û federalî nas dike. Rojavayê Kurdistanê di warê coxrafî û îdarî de wek beşek neveqetiyayî ji xaka Sûriyê ye û bajarê Qamîşloyê jî herêma demokratîk ya xwebirêveber e.
Maddeya 31: Endamên parlementoyê li gorî her 20 hezar kesî, 1 endam dibe, bona vê ku nûnertiya tewahiya gund û bajarên sînorê herêma xwebirêveber bike.
Maddeya 39: dewlet ji serokek jin yan mêr, û 20 wezîran pêk tê, ku bi piraniya dengan ji aliyê parlementoyê ve tê hilbijartin.
Derheq bilavbûna vê reşnûsê de yek ji serkideyên PYD bi navê Nasirê Hecî Minsûr di gotûbêjekê de di gel malpera Kurdpress ragehandiye ku, biryar nebû ew reşnûs weha zû bihê bilavkirin, jiber ku karê wê mabû, lê bona cîbicîkirina wê, û danîna dawî modelê bo xwebirêveberiya Kurdistana Rojava, emê di gel hemû partî û aliyan û heta di gel cîranên Sûriyê jî emê hemşêvriyê bikin.
Salih Muslim hevserokê PYD jî ragehand ku em daxwazê ji hemû part û aliyên Sûriyê dikin ku boçûnên xwe li ser vê deqa bilavbûyî eşkere bikin. Jiber ku em dixwazin pêkve kar bo ragehandina xwebirêveberiyekê bikin.
Bilavbûna vê nûçeyê wek hemû carê helwesta herî tund ya karbidestên Turkiyê li pey xwe hebû. Wezîrê Karê Derve yê Turkiyê di vî warî de ragehand: “Heke herêmeke serbixwe ya Kurd bihê ragehandin, wê demê Ereb wê dijayetiya PYD bikin û şerê navxweyî wê rû bide, ku eva jî dikare taktîkek ji aliyê Beşar Esed ve be, bona vê ku Kurdan dijî opozisyona Sûriyê bi kar bîne. Heke Kurd kerek weha bikin, eva aliyên din jî wek Kurdan wê hewara xwe bibne ber bijardeyên bi vî awayî”.
Bêguman mafê Kurdan di vê beşa Kurdistanê de ye ku hemû pêkve kar bo avakirina herêmekê xwebirêveber bikin û berjewendiyên neteweyî wan weha pêkve girê bide ku êdî dawî bi wan hemû kêşe û nakokiyan bê, û vê derfetê ji dest nedin. Ew yekîtiya di navbera wan de dikare pîlanên neyarên Kurdan yek bi yek pûç û bê bandor bike û wan neçar bike ku rêya dostatiyê bi Kurdan re bigirne pêş. Her wek herêma Kurdistanê ku serdemekê ji aliyê cîranên wê ve bi çavek dijminkarî lê dinihêrîn û pîlanên cubicur jêre darêtin, lê ew siyaseta dostane û aştîxwazane ya birêveberên vê herêmê ew neçar kirin ku tê bigihîjin ku berjewendiya wan di dostatiya bi Kurdan re ye, ne di dijminkariyê de. Bê guman li Rojava de jî Kurd dikarin vê herêmê ji xwe re bikne mînak û bi vî awayî bextewerî û xêr û xweşiyê bo neteweya xwe bidestve bînin.