
Îro roja Duşemî 2ê Gulana 2022an, li tev Rojhilatê Kurdistanê cejna Remezanê hate pîrozkirin, lê rejîma Îranê îro nekir bi cejn û roja Sêşemî bo cejna Remezanê diyarî kiriye.
Li hemû parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê xelkê bawermendê ola Îslamê çûne mizgevtan û cejna Remezanê pîroz kirin.
Tevî Rojhilatê Kurdistanê, li parêzgehên Belûçistan û Ehwazê jî cejna Remezanê hate pîrozkirin.
Li piraniya welatên Misilman îro roja Duşemî kirin bi cejn, lê rejîma Îranê bi sîstematîk û ji rûyê sepandina îdolojiya xwe ya Şîegerayî ve îro nekir bi cejn.
Serokê Stada Dîtina Heyvê yê Ofîsa Xamineyî li parêzgeha Îsfehanê êvareya Yekşemî bi Ajansa Nûçegihaniya “Îmna” ya ser bi rejîma Îranê re dabû zanîn: “Heyv ji aliyê wan ve hatiye dîtin û di niha de divê çavnihêrê teîdiya rêberê Îranê bin.”
Lê Ajansa Îlmayê piştî derbasbûna çend demjimêrek bi ser belavkirina vê nûçeyê re, bê ti rohnkirinek ew nûçeye reş kir.
Eva jî di halekê de ye ku rejîma Îranê ji hilkeftên girîng ên wek meha Remezanê tenê ji bo sepandina siyasetên xwe ên çewt mifahê werdigire.