Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rojnamevanekî xelkê Mihabadê bi hiceta derbas kirina hukmê xwe çû bo zîndanê

14:46 - 28 Nîsan 2013

Kurdistanmedia: Yequb Xizrî vêblagnivîs û rojnamevanê Kurd xelkê Mihabadê bi hiceta yek sal û 6 meh zîndan bo girtîgeha bajarê Mihabadê hat rêkirin.

Yequb Xizrî nûser û çalakvanê kulturî yê Kurd ji aliyê dozgeriya Înqilaba rejîma Îslamiya Îranê li Mihabadê, bi sûça “tekuşîn bi dijî ewlehiya welat” sê sal û 6 meh girtin hat mekum kirin.

Nûçegehaniya Hirana bilav kir, hevwelatiyê han mamosta û xwendekarê karnasê bilind yê derûnnas bûye ku ji aliyê nawendên rejîmê li ser kar hatibû derkirin.

Ew çalakwanê kulturî maha Gulana sala derbas bûyî bo heyamek li girtîgeha îdareya Îtilata Mihabadê destbiser bû û pişdere bi danîna 80 milyîon tûmen wesîqe hatibû azad kirin.