Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rojnameya Cimhûrî a Îslamî: Eger dewletê tev deyînên xwe ên neft vergrtine çima rewşa jiyana xelkê xerabe?

12:23 - 10 Gulan 2022

Rojnameya rejîmê ya bi navê “Cimhûrî a Îslamî” nivîsandiye: “Eger me perê firotina neftê û deynên xwe ji welatên weke, Birîtaniya û Koreya Başur vergrtiye, çima heya niha jî jiyana xelk bi zehmetî debas dibe?

Rojnameya rejîma Îranê ya bi navê “Cimhûrî a Îslamî”, roja Sêşemî 10`ê Gulanê li derheq vergirtina pereyên rejîma Îranê ji welatên din û deynên vê rejîmê ji welatên Birîtaniya û Koreya Başur û rewşa jiyana xelkê nivîsandiye: “Eger me perê firotina neftê û qerê xwe ji Birîtaniya û Koreya Başur vergrtiye, çima heta niha jî rewşa jiyana xelkê xerabe?

Herwisa vê rojnameya rejîmê îşare bi amarên sexte kiriye û nivîsandiye: “Amarên fermî ên Îranê firotina şûtî û pincar bo welatên Kendav û Asiyaya Navîn jî, di raporên xwe de bi kar tînin da ku rêjeya firotinê zêdetir bidin nîşandan.

Herwisa vê rojnameya rejîma Îranê nivîsandiye: “Eger biryar hatiye standin ku rewşa jiyana xelkê baştir bibe, ev yek dê çi demekî çê bibe?”.

Gotinên vê rojnameya rejîmê di halekê de ne ku, berpirsên rejîmê soza baştirkirina jiyana xelkê dane lê, bi berevajî jiyana xelkê roj li pey rojê dijwartir dibe.