Pêka amarek ku ji aliyê rejîmê ve hatiye belavkirin, rojreşî di Îranê de rekurd lêda û nirxa betalî heta dawiya sala 1400`an a Rojî, bû bi %49.6`î.
Nirxa rojreşî di Îranê de ku dawiya sala 1390`an a Rojî %33.8`î bû, li dawiya sala 1400`an a Rojî, bû bi %49.6`î, û eva jî bilindtirîn nîşaneya rojreşiyê di heyama 11 salan de ye.
Nizimtirîn pîvera rojreşî ya partêzgehên Îranê li dawiya sala 1400`an a Rojî, pêwendîdar e bi parêzgeha Tehranê û bilindtirîn jî pêwendîdar e bi parêzgehên Kurdistanê ku ev jî parêzgeha Urmiyê ye.
Nirxa rojreşî di parêzgeha Tehranê de %43.3`î ye û piştî Tehranê li parêzgeha Sîstan û Belûçistan e ku nirxa enflasiyon %37.6`î ye û betalî jî %7.6`î ye ku bi danîna ser hev a wê amarê, tê xûya ku nirxa rojreşî li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê %44.2`î ye.
Lê parêzgeha Urmiye di rewşa sor ya rojreşiyê de ye ku pîvera rojreşî %62.2`î ye. Bilindtirîn amara betalî ya li Îran û Kurdistanê, parêzgeha Urmiyê li xwe digire ku 18.3`î û paşê Urmiyê, parêzgeha Kirmaşanê ye ku nirxa betalî li wê parêzgeha Kurdistanê de %17.9`î ye.
Eva amareke ku ji aliyê navendên fermî yên rejîma Îranê ve hatine belavkirin ku amara serast a betalî, enflasiyon û rojreşî di Îran û Kurdistanê de çend hemberê wê amara rejîmê ye.