Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rûniştiyên gundekî devera Bokanê heyamê 3 sale bi destê kêmiya avê dinalin

15:59 - 4 Nîsan 2014

Kurdistanmedia: Seba lêdana bîra avê û kêmbûna çavkaniya avê, gundê “Rehîmxan”a devera Bokanê, pitir ji 3 sale hemwelatî û werzêrên vî gundî tûşî pirsgirikan bûn e.
Li gor rapora Kurdistanmedia, seba lêdana bîra avê li nêzîk kaniya avê ya bi navê “Xuşgeldî” li gundê Rehîmxan a ser bi devera Bokanê, ji aliyê kirêgirtiyeke rejîma Îslamî ya Îranê ve, avdêriya 700 hektar li zewiyên werzêrên vê deverê tûşî astengî bûn e.

Ew dest û pêwendiyê rejîm li sala 1358’a Rojî ve ew bîra lêdaye û li wê salê ve roj li gel rojê ava kaniya Xoşgeldî kêm kiriye û sê sale bi teawî hişk bûye û bûye cihê nigeraniya wêrzêrên wê deverê.

Kaniyava Xoşgeldî sala 1312’a Rojî, li îdareya Sebt a Urmiyê ve hatiye tomarkirin û hevwelatî û kişawerzên gundê Rehîmxan serbarî dûrdeçûn û tomarkirina sikala li dozgeh, bexşdariya Simîne, fermandarî û wezareta nîrû (Hêz) û parêzgeha Urmiyê, tu bersivek bi wan nehatiye dan.

Çavkaniyeke hayîdar bi malpera Kurdistanmedia ragihandibû: Di dûrdeçûna hemwelatiyan û werzêran de dadgeh û bexşdariya Simîne ragihandine ku eger gundê Rehîmxan jî çol bikin, ew bîre dê her cihê xwe bimîne.