
Rûsiyayê daxwaz ji Tirkiyê kir ku operasyona leşkerî ya li ser Rojavayê Kurdistanê û navçeyên di bin desthilata HSDê de neke. Ji alieyk din jî, Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî daye zanîn, divê rêz li agirbestê were girtin.
Roja Pêncşemê 2ê Hezîrana 2022an Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê “Maria Zakharova” di daxuyaniyekê de diyarî kiriye ku, “ew hêvîdar in ku Enqere xwe ji êrîşkirina li ser Rojavayê Kurdistanê dûr bigire, û ev yeka dibe sedema têkçûneka aramiyê û rewşeke hestiyar û metirsîdar li Sûriyê çê dibe.”
Eva jî di halekê de ye ku roja Çarşemî, Serkomarê Tirkiyê “Recep Tayib Erdogan” gefa operasyona leşkerî bo ser navçeyên di bin desthilata HSDê de dubare kir û ragihand, “em pêngaveke din ji bo çêkirina navçeya aram a 30 kîlometrî davêjin ku li ser sînorê başûrê me ye. Emê Til Rifat û Minbicê ji şervanan paqij bikin.”
Ji aliyek din ve jî, Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî daxwaz ji Tirkiyê dike ku êrîşê li ser herêmên di bin kontrola HSDê de neke.
Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî “Stéphane Dujarric” li hevpeyvînekê digel tora mediyayiya Rûdawê ragihand: “Ji 22ê Cotmeha 2019an ve rêkevtin li ser agirbestekê li Bakurê Sûriyê heye, em agirbestê gelekî cidî dibînin û em bi hêvî dikin berdewan be.”
Serkomarê Tirkiyê “Recep Tayyip Erdogan” û wezîrên berevanî û derve yên Tirkiyê di du heftiyên derbasbûyî de bi berdewamî gef xwarine ku artêşa Tirkiyê dê di demeke nêz de operasyoneke nû li Rojavayê Kurdistanê pêk bîne.
Di rojên borî de jî, berpirsên Amerîkayê nigeraniya xwe li derheq egera êrîşa Tirkiyê bo ser navçeyên di bin desthilata HSDê de anîbûn ziman.