Welatên wekî “Amerîka Almaniya, Birîtaniya û Japon”ê bi sedema erîşên Rûsiyê bo ser axa “Ukrayn”ê, bi awayên cuda ew welate rastî tehrîman anîn.
Piştî vê ku Vladimir Putin” Serkomarê “Rûsiyê” fermana erîşa bo ser axa “Ukrayn”ê da, welatên Rojavayî ew erîşe şermezar kirin û Serkomarê Rûsiyê “Vladimir Putin” û “Wezîrê Derv” yê Rûsiyê tehrîm kirin.
Di vê derheqê de Berdevê Koşka Sipî “Jane Saki” ragihand, ku em jî wekî “Yekîtiya Ewropayê û Birîtaniya”yê cezayan li ser Serkomar û Wezîrê Derve yê Rûsiyê dadinên û samanên wan bloke dikin û herwisa çûna “Putin û Sergey Lavrov” jî bo “Amerîka”yê qedexe dikin. Herwisa ragihand ku di demek nêz de, dê hurdekariyên wan tehrîman bas bikin.
Herwisa li ser mijara tehrîman, Serkomarê “Amerîka û Ukrayn”ê di pêwendiyeke telefonî de gotûbêj kirin, û Serkomarê “Amerîka”yê piştevaniya xwe bo “Ukrayn”ê ragihand û bas ji pêkanîna hevpeymaniyek li dijî şer kirin.
Ji aliyê din ve hikûmeta “Birîtaniya”yê jî, dahata Serkomarê Rûsyayê Vladimir Putin û Wezîrê Derve “Sergey Lavrov” ên li welatê xwe de ragire.
Wezîrê Derve yê “Almaniya”yê jî, îşare bi vê yekê kir ku sizayên wan dê bandorek mezin li ser aboriya Rûsiyê hebe.
Herwisa welatên wekî “Japon, Ustiraliya, Kanada” jî, Rûsiye tehrîm kirin.
Li derheq ceza û tehrîmên ku li ser “Rûsiya”yê de hatine danîn, Berdevê Wezareta Derve ya “Rûsiyê” bertek nîşan da û got ku “cezayên ser Serokomar û Wezîrê Derve yê Rûsiyê nîşana şikesanîna siyaseta welatên Rojavayî ye.”