Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rûsiye rêjaya hêzên xwe li Sûriyê kêm dike û bi cihê wan hêzên rejîma Îranê cihgîr dike

12:39 - 19 Nîsan 2022

Rojnameya “Haaretz” nivîsandiye: “Rûsiye beşek ji hêzên xwe ji Sûriyê bo Ukraynê dişîne û bi cihê wan, hêzên Îranê û milîsên girêdayî rejîma Îranê li Sûriyê cihgîr dike”.

Rojnameya Îsraîlî ya bi navê “Haaretz” belav kiriye ku Rûsiye bo bihêztirkirina xwe li şerê digel Ukraynê, rêjeya hêzên xwe li Sûriyê kêm dike û bi cihê wan hêzan, hêzên Îranê û milîsên girêdayî rejîma Îranê li wan cihan cihgîr dike û eger şerê Ukraynê dirêjtir bibe, renge Rûsiye bi rêjeyek zêdetir hêzên xwe ji Sûriyê bo Ukraynê bişîne.

Pêka raporên mediyayên civakî yên Sûriyê û mediyayên Erebî; Rûsiye mijûlê kêmkirina rêjeya hêzên xwe li Sûriyê ye û hêzên wekî girûpa “Wagner” bo bihêztirina hêzên xwe bo Ukraynê dişîne û hêzên rejîma Îranê û milîsên girêdayî rejîma Îranê bi cihên wan hêzan cihgîr dike.

Tîpa zirêpoşa 47 a Sûriyê li li beşa başûrê devera “Hema”yê li jêr fermandehiya Îranê de ye ku navendek perwerdehiya leşkerî jî heye û heftiya derbasbûyî nêzî 40 maşînên leşkerî û herwisa 17 wanêtên barhilgir ku bi çekên nîvegiran hatibûne teyarkirin, bi ajotvaniya hêzên Hizbullahê bo wê binkeya leşkerî hatibûne şandin.