Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rûsya û Amrîka li ser Sûriyê digihêjin rêkeftinekê

14:19 - 15 Îlon 2013

Kurdistanmedia: Wezîrê Derve yê Amrîka Can Kêrî û yê Rûsya Sergei Lavrov roja Şemî berwara 14’ê Îlona 2013’an gihiştin rêkeftinekê li ser çarçoveya wêrankirina hemû çekên kîmyawî yên Sûriyê.


Herdu diplomatan gotin ku ewê daxwaza bernivîseke Civata Ewlekarîya NY bikin ku rê bide sizayan, bêy karekî leşkerî, eger hikûmeta Serokê Sûrî Beşar Esed sozên xwe pêk neyîne.
Piştî sê rojan ji danûstandinan li bajarê Jinêvê ku ji bilî Rûs û Amrîkîyan nûnerê taybet yê NY jibo Sûriyê Lexder Brahîmî jî tê de cih girt, ragihandina rêkeftinê hate kirin.
Rêkeftina di navbera herdu welatên mezin de bang li vekolerên navneteweyî dike ku li meha 11’ê li Sûriyê bin da ku dest bi karê xwe yê destpêkî bikin û heta dawîyê wê mehê bi dawî bikin. Li gorî rêkeftinê, dê hemû çekên kîmyawî yên rejîma Sûrî di embaran de heta nîvê sala 2014’ê werin wêrankirin.
Karbidestên rêvebirîya Amrîkî gotibûn ku Serok Barak Obama amade ye ji bernivîseke Civata Ewlekarîya NY re ku têde karê leşkerî li dijî hikûmeta Esed cih nagire. Ji alîyê din, karbidestên Rûs dibêjin ewê her bernivîsê vêto bikin eger bijareya leşkerî di bernivîsa Civata Ewlekarîyê de hebe.
Dêngên Amrîka