Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rusyayê 10 balafirên şer firotine Sûriyê

16:45 - 1 Hezîran 2013

kurdistanmedia: Rusya 10 Balafirên Şer dê bifroşe Suriyeyê. Mijara moşekên S-300 î jî hişê mirovan tevlihev dike.

Saziya MÎGê a Rusyayê ya ku balafirên şer çêdike, derbarê 10 balafirên şer ên ku dê bên firotine Suriyeyê de daxuyanî da. Do jî hat îdia kirin ku Moşekên S-300 gihîştine Suriyeyê û ev mijar jî hêj zelal nebûye û serê mirov tevlîhev dike.

Ajansa Înterfaksê ya Rusyayê di nûçeya ku li gor agahiyên ji rêvebirekî pişesaziya parastinê ya Rusyayê sitandî amadekirî de, derbarê moşekên S-300de îdiayek mezin avêt holê. Li gor agahiyên rêvebirê pişesaziya parastinê, nayê payîn ku Rusya heta payîzê tu moşekan bide Suriyeyê.

Her divê pêwndiyê de malpera “TRT XEBER” bilavkir, do Esed ji televîzyona Hizbullahê re daxuyandibû ku, Rusyayê hin moşekên S300 gihîştandiye deste van û parçeyê moşekan yên din jî dê di demekî kurt de bigihîjê deste van.

Ji aliye din rayedarê Rusyayê daxuyand ku dîroka teslîm kirina moşekan li gor rewşa Suriyeyê ye. Ji bilî saziya MÎGê ya ku Balafirên Şer ên Rusyayê çêdike jî daxuyand ku derbarê firotina 10 Balafiran de bi şandeya Suriyê re hevdîtinan pêk tînin e.

Ji xeynî ev daxuyaniyan daxuyaniyek jî ji Wezîrê Karên Derve yên Rusyayê Sergey Lavrov hat. Lavrov Îdia kir ku hin kes ji bo ku Rusya li Suriyê derbarê îdiayên çekên kîmyewî de lêkolînan neke listikên siyasi dilîzin.