Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Salroja bîranîna “Xalo Husên Koken” li zanînigeha Kurdistanê hate lidarxistin

19:18 - 25 Nîsan 2019

Kurdistanmedia: Li salona giştî a Mewlewî a zanîngeha Kurdistanê ya li bajarê Sine, rêûresima salroja bîranîna “Xalo Husên Koken” hate lidarxistin.

Roja Çarşemî 4`ê Banemer(24` Nîsan)`ê ew rêûresim bi bêrêveberiya Encûmena xwendekarên zanîngeha Kurdiastanê birêve çû, û herwisa çend rojan berê wê rêûresimê, pêşangehek li wêneyên “Xalo Husên” hate vekirin û komek li wêneyên “Xalo Husên” û mîrata bicih mayî nîşanê amadebûyan dan.

Husên Osmanî, naskirî bi “Xalo Husên Koken”, kesayetiyekî Kurd ku, bi sedema kolandina 11 odeyan di nav çiyayên Qawgîre ku bi pêyekî û (killingê) xwe bo heyama nêzîkê 21 salan pê çû, û nav nazê Ferhadê du pê hate dan.

Berê ku li kurte vîdyoyekê de ku li Xalo Husên hatibû weşandin, navbirî alaya Kurdistanê bi dest bûye û basa bîrû hizra xwe bo PDKÎ û Dr.Qasimlû dike.

 “Xalo Husên Koken” 5`ê Gelawêjê 1395`an, li bajarê Pawe, piştî 85 salan jiyana tijî dijwarî çû ber dilovaniya xwe, û xwedêjêrazî ji aliyê Kurdistaniyan ve wekî efsaneyekî ku bi Ferhad hatiyê naskirin, bîr û hizra wî bû hemû demekê di nav dilê xelkê de dimîne.