
Şandeke Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li rêûresma bexşîna duktoriya şanaziyê bi Dr. “Xusrew Caf”, kesayetiyê siyasî û akademîk yê binavûbangê Kurd, beşdarî kir.
Ev rêûresme piştî nîvroya roja Duşemî 19`ê Banemera 1401`an a Rojî, li zanîngeha Kurdistanê ya bajarê Hewlêrê bi amadebûna xwendekar û mamosteyên vê zanîngehê û komek zêde ji kesayetiyên siyasî, olî, rewşenbîr û civakî yên Kurdistanî dest pê hate kirin.
Şanda PDKÎ bi serpereştiya “Mihemednezîf Qadirî”, Cihgirê Duyem yê Lêpirsiyarê Giştî yê Hizbê û Berpirsê Dezgeha Pêwendiyên Giştî ya Hizba Demokrat di vê rêûresmê de beşdarî kir û ji aliyê berpirsên zanîngeha Kurdistanê ve bi germî pêşwazî jê hate kirin.
Di vê rêûresmê de komek gotar li ser kesayetiya Dr. Xusrew Caf û girîngiya têkoşîn û berhemên wî, hate pêşkêşkirin.
Paşê duktoriya şanaziyê ya zanîngeha Kurdistanê bi fermî ji aliyê serokê zanîngehê ve bi Xusrew Caf hate pêşkêşkirin.
Dr. Xusrew Caf tevî nîşandan spasiya xwe bo vê rêzgirtina zanîngeha Kurdistanê, çend axavtin jî pêşkêşê amadebûyan kir.
Di beşa dawiya karê rêûresmê de ku li derveyê salona rêûresmê bi rê ve çû, “Mihemednezî Qadirî”, tevî pîrozbahîkirin li Duktor Xusrew Caf bi navê Lêpirsiyarê Giştî yê Hizbê “Mistefa Hicrî”, lewheya rêzgirtinê û destegulek pêşkêşê navbirî kir û rola têkoşîna zanistî, hunerî û siyasiya navbirî di dîroka tevgera rewa ya Kurdistanê de bilind nirxand. Dr. Xusrew jî spasî û pêzanîna xwe li hember şanda Hizbê nîşan da.