Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şandeke nûneratiya PDKÎ serdana Senaya Amerîkayê kir

13:38 - 18 Nîsan 2019

Kurdistanmedia: Şandeke PDKÎ li welatê Amerîkayê serdana Ofîsa Senator “John Ernsterian” kir.

Şandeke PDKÎ ku li Areş Salih nûnerê PDKÎ li Amerîkayê û Dr. Çinûr Fetahî, alîkara pêwendiyan di wî welatî pêk hatibû, serdana Ofîsa Sentor “John Ernsterian” kirin.

Di vê serdanê de, nûnerê PDKÎ derheq saziya terorîstî ya Spaha Pasdaran de got: Îro em take hêzin ku di rûbirûna li dijî vê hêza terorîstî a rejîma Îranê xebat dikin, Partiya Demokrat di heyama 40 salên derbazbûyî de, bi awayekî berdewam rûbirûyê vê saziya terorîstî bûye û digel  de şer kiriye.

Herwisa Areş Salih got:  Xebata Partiya Demokrat bi vê sedemê ye ku çavaniya xwe û xebata xwe  ya azadîxwazane û rizgarkirinê bûye, û yek ji mezintirîn qurbaniyên kiryarên terorîstî yên Spaha Pasdaran û Komara Îslamî bûye.

Nûnerê PDKÎ bas ji vê jî kiriye ku: Îran welateke ku li çendîn neteweyên cuda pêk hatiye û ev neteweyane jî niha heya asteke zêde gihîştine bi hişyarbûna neteweya xwe, û di vê pêwendiyê de, xwediyê xastên siyasî ne.

Areş Salih derheq bi gireva dîrokî a gelê Kurd, nerazîbûnên xelkê bajarê Ehwaz û Azerbaycanê got: Ew daxwazkariyane, di pêşerojê de, girîgitirîn rol wê hebin di dest nîşankirina rewta siyasî di Îranê de.

Herwisa navbirî bas ji vê jî kiriye ku: Îro wekî salên şoreşa berê ya Îranê nine ku tenê Kurd gihîştibe bi vê asta hişyarbûna neteweya xwe, belkû niha hişyariya neteweyetî di nav neteweyên din jî heya asteke bilind geşekiriye û daxwazkariyên wiha di nav neteweyên din yên Îranê de, hêdî hêdî berfireh dibin.

Eva rastiya pêşeroja Îranê ye ku, hekî Amerîka berdewam be, derheq erê nekirina vê rastiyê, wê di pêşeroja siyasetên Îranê de, rastî arîşeyên lêdvanan be, û li rastiyan coda dimîne.

Herwisa nûnerê PDKÎ ev yeka jî zêde kir ku: Hekî dengê me lêre kêm tê bihîstin, bi vê sedemê ye ku, nasyonalîzma serdest şiyaye dest biser hemû van cihan de bigire ku,hûn van wekî çavkaniyek nas dikin; Wate hem komara Îslamî û hem jî hindek dijber û rojnamenivîs û rewşenbîr yên ser bi neteweya desthilatdar alîkarin di serkutkirina sîstematîk a dengê neteweyên bin dest.

Nûnerê PDKÎ di vê civînê de, bas ji vê jî kiriye ku: Neteweyên bindest yên Îranê di saziya Kongireya neteweyên Îrana Federal de, şiyana vê yekê heye ku bibin bi alitirnatîveke bihêz bo komara Îslamî.

Navbirî got: Daxwaza neteweyêan bo amadebûn di desthilatê de netenê daxwazeke  demokratîk û rewa ye, û her rêçareyek ku li ser esasa vê daxwazê bê avakirin, arîşeya ducarî ya berhemanîna zilm û reftarên têkderanê yên desthilat di Îran de, bi tewahî çareser dike.

Di vê hevdîtinê de, nûnerê PDKÎ bas ji vê kiriye ku, herçend ku ev lêdvane ku dibe Amerîka di Rojhilata Navîne de vekşe, li Washingtonê bihêztire, lê, Eva dikare bi wateya radestkirina Rojhilata Navîn bo mêhvera Rûsiya û Îranê nebe.

Amerîka dikare tevî kêmkirina amadebûna xwe di deverê de, bi alîkarîkirina hêzên Demokratîk wekî gelê Kurd bi giştî û Partiya Demokrat bi taybetî, piresîpekê herêmî ava bike ku, parêzerê aştî û aramiya zêde be.