
Roja Duşemî rêkevta 13`ê Befranbara 1400`an, şandeke Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) a li Kurdistana Turkiyê bi serpereştiya “Letîf Epozdemir ”, Serokê Giştî yê “HAK-PAR”, serdana PDKÎ kir û ji aliyê heyeteke Hizbê ve bi serpereştiya “Mistefa Hicrî”, Lêprsyarê Giştî yê Partiya Demokrat pêşwazî li wan hat kirin.
Di vê hevdîtinê de, rewşa Kurdistana “Bakur û Rojhilat” û herwisa rewşa “Îran û Turkiye” hatin nîqaşkirin. Her yek ji wan ji dîtingeha siyaset û helwêstên xwe, çawaniya ber bi pêşveçûna tevgera neteweya demokratîk a Kurd di her yek ji beşên Kurdistanê de anîn ber bas.
Di vê hevdîtinê de, herdu aliyan li gor rewş û arîşeyên hevpar yên siyasî ên niha yên wan welatan ku Kurdistan bi ser de hatiye parvekirin, rewşa navçeyê, hewcehiya yekgotarbûn û yekrêziya hêz û aliyên siyasî yên xwe wekî erkek hewce dane zanîn.
Di dawiyê de, herdu aliyan li ser bihêztirkirina pêwendiyên dostane yên di navbera wan de tekez kirin.