Kurdistanmedia: Şanedek PDKÎ serdana Partiya Zehmetkêşana Kurdistanê kir.
Roja Pêncşemî rêkefta 5`ê Banemerê (25`ê Nîsanê) şandeke pêwendiyên PDKÎ bi serperestiya Mihemedsalih Qadirî, li bajarê Hewlêrê, serdana Partiya Zehmetkêşana Kurdistanê kir û ji aliyê heyeteke Mekteba Siyasî a vê Partiyê bi serperestiya Guran Celal pêşwazî ji van hate girtin.
Di vê civînê de, du aliyan tevî nîqaşkirina derheq rewşa siyasî ya herêm û Kurdistan, û qonaxa niha ya xebata Kurdan li pêş derfet û arîşeyên herêm û navdewletî ji aliyekî û micidbûna gelê Kurd bo bidestveanîna mafê neteweyan ji aliyekî din girîng dane zanîn.
Her du aliyan li ser berdewamkirina alîkariyên dinavbera van de tekezkirin, ku bihevre û alîkariyên di navbera partî û aliyan li ser bingeha berjewendiyên neteweyî, barmteya serketinê dibe.