Kurdistanmedia: Şandeke PDKÎ, bi boneya 44.mîn salroja avakirina Yekîtiya Nîştimanî, serdana Malbenda bajarê Koyê,yaYekîtiya Nîştimanî kir.
Roja Sêşeme 11`ê Cozerdana 1398`an, şandeke PDKÎ, bi serperestiya “Mihemednezîf Qadirî”, cêhgirê duyem ê Lêpirsiyarê giştî û berpirsê Dezgeha Pêwendiyên giştî yê PDKÎ, serdana Malbenda bajarê Koyê ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê kir, û ji aliyê heyeteke Melbendê, bi serperestiya “Burhan Se`îd Sofî” berpirsê Malbendê pêşwazî ji wan hat kirin.
Di vê hevdîtinê de, Şanda Partiya Demokrat, pîrozbahiyên PDKÎ, bi boneya 44.mîn salroja avabûnaYekîtiya Nîştimanî pêşkêşî Mekteba Siyasî, Serkirdayetî, kadir û endamên Yekîtiyê kirin.
Li hemberî vê jî, heyeta Yekîtiya Nîştimanî, tevî spaskirina ji PDKÎ re, pêwendiyên dustiyê yên di navbera herdu aliyan de bilind nirxandin.