Şandeke PDKÎ li bajarê Koyê li 47emîn salroja avakirina Yekîtiya Nîştimanî a Kurdistanê de beşdarî kir.
Roja Çarşemî 11`ê Cozerdana sala 1401`an a Rojî, şandeke PDKÎ bi serpereştiya cêhgirê duyem ê Lêpirsyarê Giştî yê PDKÎ “Mihemednezîf Qadirî” li rêûresima 47emîn salroja avakirina Yakîtiya Nîştimanî a Kurdistanê de, li Melbenda 14 a Rêkxistina Koyê beşdarî kir.
Şanda PDKÎ ji aliyê heyeteke Melbendê bi serpereştiya endamê serkirdayetî û berpirsê Melbenda Koyê yê Yekîtiya Nîştimanî, “Ebûzêyd Salih” ve pêşewazî jê hat kirin.
Di vê hevdîtinê de “Mihemednezîf Qadirî” bi nûneratiya Lêpirsyarê Giştî yê PDKÎ “Mistefa Hicrî” û rêberatiya PDKÎ, pîrozbahiya yada avakirina Yekîtiya Nîştimanî li Mekteba Siyasî û serkirdayetî, endam û alîgirên Yekîtiya Nîştinamî re got û daxwaza yekrêzî û yekgotariyê bo Yekîtiya Nîştimanî û hemû hêzên Kurdistanê kir ku, bo berjewendiya bilind a neteweya me pêngavan hilbigrin.
Li hember de, “Ebûzêyd” tevî spaskirina ji şanda PDKÎ re, li derheq bihêztirkirina peywendiyên dostane yên her du aliyan tekezî kir.