
Piştî nîvroya roja Pêncşemiyê 14ê Temûza 2022an, şandekî Peywendiyên Kurdistaniye PDKÎ be serperestiya Mihemedsalih Qadirî, di rêvûresma bi axê spartina termê Kak Kerîm Ehmed, Sekertêrê berê yê Hizba Şiûî ya Kurdistanê de beşdarî kir.
Di wê rêvûresmê de jibilî endamên rêberiya Hizba Şiû`î a Kurdistanê, Nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û çendîn hizb û aliyên siyasî û xelkê welatparêz, beşdar bûn û peyamên hevxemiya xwe bi boneya koça dawiyê a Kerîm Ehmed pêşkêş kirin.
Di nava rêzbenda peyamên hevxemiyê de, amaje bi peyama hevxemiya Mistefa Hicrî, Lêpirsyarê Giştî yê Hizba Demokrata Kurdistana Îranê hete kirin ku tê de sersaxî û hevxemiya xwe bi bona koça dawiyê a Kerîm Ehmed, bo serkirdayetiya Hizba Şiû`î re dabû xûya kirin.