
Kurdistanmedia: Şandekî Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, seredana nûneratiya Partiya Pêşvero ya Kurd a Sûriyê li bajarê Silşmaniyê kir û pirsên têkildarî kurdan gengeşe û nirxandin.
Şandekî PDKÎ bi serokatiya Mihemednezîf Qadirî, endamş Desteya Kargêrî roja înê, 4ê xermanana 1397 a rojî seredana nûneratiya partiya Yekîtiya Demokrat a Pêşvero ya kurd li bajarş Silêmaniyê kir û ji aliyê “Elî Şemdîn” endamê Mekteba Siyasî û nûnerê wê partiyê li Herêma Kurdistanê hat pêşwazî kirin.
Di wê serdanê de her du aliyan bas li ser pirsa kurd di hemû beşên Kurdistanê û bi taybet Rojava û Rojhilatê kirin û guhertinên deverê nîqaş û nirxandin.
Li daviyê de her du aliyan tekezî li ser bihêzkirina pêwendiyan kirin.