Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şandekî Mekteba Pêwendiyên Kurdistanî ên YNK serdana buroya Pêwendiyên PDKÎ li Silêmaniyê kir

15:21 - 28 Gulan 2015

Kurdistan Media: Şandekî Mekteba Pêwendiyên Kurdistanî yên Yekîtiya Nîştimanî a Kurdistanê, seredana buroya pêwendiyên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê kir û hevxemiya xwe li hember şehîdkirina Qadir Kerîmî ji aliyê çekdarên PKK ve anîn ziman.

Li gor rapora malpera Kurdistan Media, şandekî Mekteba Pêwendiyên Kurdistanî yên YNK bi serperestiya “Mamosta Îkram” berpirsê Mekteba Pêwendiyan, bi armanca nîşandana hevxemî û hevderdiyê Ii hember şehîdkirina şehîd Qadir Kerîmî ji aliyê çekdarên PKK ve, roja çarşemî 27ê gulana 2015an, seredana Buroya pêwendiyên PDKÎ li Silêmaniyê kirin û ji aliyê “Mihemed Sahibî” berpirsê pêwendiyên partiyê ve hatin pêşwazî kirin.

Di vê serdanê de, şandeya mêvan tevî nîşandana xembarî û dilgiraniya xwe li hember vê bûyerê de, behî û sersaxiya xwe jî arasteyî PDKÎ û malbata şehîd Qadir Kerîmî kir û hêvî xwast ku şerê han xurt nebe û pirsgirêk û aloziya han ji riya diyalog û guftigoyê ve were çareser kirin.