Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şaristana Abdanan

12:34 - 26 Îlon 2013

A: îdrîs Sitwet

Şaristana Abdanan yek ji şaristanên parêzgeha Îlamê ye û li sala 1374’ a Rojî (1995)li şaristana Derêşehr cuda bû û bû şaristanek serbixwe ku li başûrê Îlamê û di navbera du çiyayên “Kebîr kûh” û “Dînar Kûh” hilketiye û ji ber ku ev şaristane di navbera wan çiyayan de hilkketiye rêyên çîrançep û pir ji tirs û tehlûke hene ku ji dilê çiyayê Kebîr kûh re derbaz dibe û ji ber ava zaf li vê deverê, derdora vî şaristanî bi piranî darûbar e û av û hewayek hênik û xweş û dilrevîn heye û gişt demsalên wê di xwezayê de tên xûyakirin û ji ber çavkaniyên ava zaf û axek baş xelkê wê deverê bi piranî mijûlî cotkariyê û terşdarî (pezdarî) yê ne.

Panahiya vê şaristanê 2385 hezar kîlometra çargûşe ye ku dike % 11,94 ji panahiya parêzgeha Îlamê.

Li gor serjimêriya sala 1385 a Rojî (2006) şaristana Abdanan 47,370 hezar kes e.

Navê Abdanan li zafbûna ava vê deverê hatiye û hebûna zêde çavkaniyên avê wek kanî û rûbarên mîna Dûyrc û Siyah gaw şahidê vê rastiyê ne.

xelkê wê deverê kurd in û bi kurdî û bi devoka Lorî û Lekî dipeyvin.

Ev şaristane bi sedema pêkhatiyên çiyayan û kevnaretiyê, cihên geryan û Torîstiyên cûrbicûr hene wek: Girê “Poş Qelê” (pişt kelhê)ku kevnaretiya wê vedigere bo serdemê Sasaniyan, kelha Hizaranî, şikefta Mijare, Seraba Abdanan, dîmenên ciwan ên çiyayên “Kebîr kûh” û “Dînar kûh” û, Seraba Textan, çiyayên Enaran û kasêmest, ziyaretgeha Selahedîn Mihemed, gola cemik ya Siyah gaw, tengeya Xirûsî û avbere, rûbarên Mûclsûn û Xirîne, bendava Çişmkebûd, dolpehnê û...hwd.

şaristana Abdanan ji aliyê başûrê rojava tevî Dêhloran, ji bakûrê rojhelat tevî Derê şar û ji başûrê rojhelat tevî şaristana Endîmêşk hevsînor e.

Ev şaristane ji 3 bexşan pêk tê, wek: Bexşa Merkezî, Serabbax û Mûrmûrî.

Şaristana Abdanan, Şaristanek kevne û şûnwarên kevn jî hene û em dikarin îşare bi kopika kevnar ya Hizarderî ku bi kopika Sîs binavûdenge û vedigere bo serdemê Sasaniyan û mixabin ji ber xemsariya berpirsên pêwendîdar zêde xira bûye, û kopk Tepe, bajarê dîrokî yê Cûlyan û kopika Hizaranî bikin.

Ev şaristane giranbihayek baş di warê çavkaniyên Petrol û Gûgird û kaniyên ava germ jî hene û di warê torîsmê de giringiya xwe heye.