Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şaristana Bedre

15:02 - 13 Çirriya pêşîn 2013

A: îdrîs Sitwet

Şaristana Bedre yek ji şaristanên parêzgeha Îlamê ye ku 625 km çargûşe ye. Ev şaristan xwediyê çiya û daristanên xwezayî û xweşik e, bi awayekê ku %80 ji deverên vê şaristanê bi dar û daristanan hatiye xemilandin û av û hewayekî wî pirr xweş heye.
Ev şaristane di sala 1392’an de (2013) bi awayek fermî bûye şaristan û ji du bexşan pêk tê, bexşa Merkezî û bexşa Hindmînî.
Li gor serhejimêriyê ku di sala 1385’an (2006) de hatiye kirin, şaristana Bedre xwediyê nifûseke 16517 kesî ye.
Piraniya akinciyên vê şaristanê kurd in û bi zimanê kurdî û bi zaraveyê Lorî dipeyvin.

Di vê şaristanê de çavkaniyên xwezayî ên avê zaf in û herweha bendav û wizegeha (Nîrogeh) Semîre û berhemanîna elektirîk, petrol û gazê heye û axek baş jî bo karûbarê cotkariyê heye û piraniya akinciyên vê deverê mijûlî terşdarî (pezdarî)û cotkariyê ne.
Cihên geşt û guzariyê di vê şaristanê de pir xweş û balkêş in. Em dikarin îşare bî Gundê Zîbakelem, Tengeya kevnare Lart, Tengeya Raziyane û Sûlên derbend û çiyayên balkêş ên Kebîr kûh bikin ku di dema zivistanê de heya dawiya demsala biharê bi befrê hatiye girtin ku dîmenek pir ciwan dide bajar.

Şaristana Bedire şaristanek dîrokî û şûnwarên kev ên wî jî zaf in bi taybet devera Kevnare Lart di vê deverê de wa nîşan dide ku belkî Bedre her xwe dêr yan dîr yan jî beşek be ji Dêr yan Dîr, û çavkanî û vekolînên kevnar ên ziyaretgeha Dêr di parêzgeha Îlamê de tenê di şaristana Bedrê de heye ku di navbera zincîreçiyayên “Kebîr kûh” û “ Siyah kûh” û li bakûrê bajar hilketiye. Şûnwarên din ên vê şaristanê em dikarin amaje bi : Girê Bangence, kelha Şedad, kelha kurdan di bajarê dîrokî yê Lart de, Tebilxaneya Areş û Girê Erşet, Agirdana Kelem, Geliyê Kendole, Taqa Milegerdan, Qebirstana Bordbil, Kelha Elmas Girê lalar, Girê Fanpirû, Kelha û Geliyê Derbend, û...hwd bikin.